4.emîn Mîhrecana Zarokan bi dawî bû

Çalakiyên 4‘emîn Mîhrecana Zarokan a Kantona Cizîrê îro bi dawî bû.

4.emîn Mîhrecana Zarokan bi dawî bû
4.emîn Mîhrecana Zarokan bi dawî bû
4.emîn Mîhrecana Zarokan bi dawî bû
4.emîn Mîhrecana Zarokan bi dawî bû
4.emîn Mîhrecana Zarokan bi dawî bû
6 îlon, 2018   17:07

QAMIŞLO

Çalakiyên 4‘emîn Mîhrecana Zarokan a Kantona Cizîrê ku bi dirûşmeya "Em xeyalên zarokên Efrînê pêk bînin" li navenda Çand û Hunerê ya Aram Tîgran li dar diket, di roja 6‘emîn de bi dawî bû.

Bi sedan zarok, malbatên wan, endamên tevgerên çand û hunerê û rêveberên saziyên sivîl beşdarî mîhrecanê bû.

Di çalakiyên îro, ango roja dawî de, koma Şehîd Ronak a girêdayî Weqfeya Jin, Koma Kevana Zêrîn û Koma Bûka Baranê ya Şengalê stranên xwe pêşkêş kirin, her wiha  Koma Şengalê şanoyek bi navê "Doxtorê komîk" pêşkêş kirin.

Mîrhecan bi stranên Koma Êzidîxan a Şengalê bi dawî bûn, beşdaran jî li ber stranan govend gerandin.

ANHA