Dîroka desthilatdariyê ji endamên saziyan re hate vegotin

Meclisa Jin a herêma Tebqayê , li gundê Sefsafayê ji bo welatiyên di sazaiyên rêveberiya sivîl de dixebtin semînerek li ser mijara desthildariyê da.

Dîroka desthilatdariyê ji endamên saziyan re hate vegotin
Dîroka desthilatdariyê ji endamên saziyan re hate vegotin
Dîroka desthilatdariyê ji endamên saziyan re hate vegotin
Dîroka desthilatdariyê ji endamên saziyan re hate vegotin
6 îlon, 2018   16:46

TEBQA

Semîner bi rêzgirtinê dest pê kir. Rêvebera Meclisa Jin a Herêma Sefsafayê Nesra Ebaka dîroka derketina desthilatdariyê li Rojhilata Navîn vegot.

Nesra Ebaka di gotina xwe de, wateya desthilatdariyê li gorî rewşenbîr û lêkolîneran destnîşan kir, wekî axaftina jinek ji bo Konfoşyos "Desthilatdarî ji şêran hartir e."

Nesra, her wiha bi kurtasî dîroka herêma Mezopotamyayê û veguherina wê ji bo saziyên olî, siyasî û leşkerî parve kir û got, "Armanca vê yekê jin û ciwanan li gorî berjewendiyên xwe bi kar bînin."

Di dawiya semînerê de, beşdaran jî nêrînên xwe anîn ziman.

ANHA