Li Reqayê 30 cenaze ji derdora Mizgefta Kevn hatin rakirin

Tîmên Destwerdanên Destpêkê ji Mizgefta Kevn a bajarê Reqayê gelek cenaze rakirin. Hate zanîn heta niha 30 cenaze hatine rakirin.

Li Reqayê 30 cenaze ji derdora Mizgefta Kevn hatin rakirin
Li Reqayê 30 cenaze ji derdora Mizgefta Kevn hatin rakirin
Li Reqayê 30 cenaze ji derdora Mizgefta Kevn hatin rakirin
29 tebax, 2018   10:33

REQA

Tîma Destwerdanên Destpêkê 50-80 cenazeyî ji derdora Mizgefta Kevn derxistin, her wiha nêzî 30 cenaze ji hundirê mizgeftê derxistin û piştî ku ji aliyê bijîşkên şerî ve werin naskirin, dê navên wan werin nivîsandin û radestî malbatên wan werin kirin.

Ji destpêka ku bajarê Reqayê ji çeteyan hate rizgarkirin heta niha nêzî 2 hezar û 50 cenaze hatine rakirin. Hindek ji cenazeyên ku hatin rakirin ji aliyê malbatên wan ve hatin naskirin û hindek ji wan jî heta niha nehatine naskirin û di goristana Til El-Bîa de têne veşartin.

Di vê çarçoveyê de yek ji rêvberên Tîma Destwerdanên Destpêkê Yasir El-Hisên got wan li ser banga şêniyan cenaze ji Mizgefta Kevn rakirin û wan radestî malbatên wan dikin. El-Hisên diyar kir ku hemû cenazeyên ji mizgeftê hatin derxistin ji aliyê malbatên wan ve hatin naskirin û heger malbatên wan ne amade bin ew cenazeyan dernaxin.

Yek ji şêniyên bajarê Reqayê Faris Mihemed diyar kir ku dema çeteyên DAIŞ`ê derbasî bajêr bûn û tîma 17`an dorpêç kirin û ji ber ku wan nikarîbû xwe bighînin goristana Til El-Bîa ji ber wê wan cenazeyê birayê xwe di mizgeftê de defin kir.

Mihemed di axaftina xwe de desntîşan kir ku wan alîkarî ji Tîma Destwerdanên Destpêk xwestin da ku cenazeyê birayê wî ji mizgeftê derxînin û li goristana Til El-Bîa defin bikin.

Hêjayî gotinê ye ku çeteyên DAIŞ`ê li bajarê Reqayê komkujî pêk anîn û ew di gorên komî de defin kirin da ku komkujiyên xwe veşêrin.

(bx)

ANHA