Daketina nirxê lîreyê Tirk bandor li çeteyên Tirkiyeyê kir

Herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de û çeteyên girêdayî wê, daketina nirxê lîreyê Tirkiyeyê bandoreke zêde lê kiriye.

Daketina nirxê lîreyê Tirk bandor li çeteyên Tirkiyeyê kir
29 tebax, 2018   10:39

NAVENDA NÛÇEYAN

Daketina nirxê lîreyê Tirkiyeyê gelekî bandor li herêmên Sûriyeyê yên di bin dagirkeriya Tirkiyeyê de kir. Bi taybet li bazirgan û çeteyên ku mûçeyên xwe bi lîreyên Tirkiyeyê werdigirin, nemaze rêxistinên tenduristiyê yên alîkariya çeteyan dikin.

Herêmên Efrînê heta Cerablûsê piştî ku ji aliyê Tirkiyeyê û komên çete yên girêdayî wê ve hatin dagirkirin, herî zêde bi aloziya aborî ya Tirkiyeyê bi bandor bûne.

Di encama daketina nirxê lîreyê Tirkiyeyê de bi qasî  ji sedî 40 li hemberî dolar, astengiyên nû li pêşiya komên çete û meclîsên ku dagirkeriya Tirkiyeyê erkdar kirine derdikevin, nemaze ji ber ku mûçeyên xwe bi lîreyên Tirkiyeyê werdigirin.

Mihemed Hadî Hesano yê ji bajarê Ezazê ku di xebatên alûgoriya pereyan de dixebite, ji rojnameya El-Ereb re wiha got: "Heta beriya du mehan lîreyê Tirkiyeyê di Sûriyeyê de xurt bû û ji wê demê ve hêdî hêdî nirxê wê tê şikandin û lawaz dibe."

Çeteyê bi navê Xesan Kino ku di nava komeke girêdayî artêşa dagirker a Tirkiyeyê ya bajarê Ezazê de ye, ji heman rojnameyê re wiha got: "Piştî ku nirxê lîreyê Tirkiyeyê li hemberî lîreyê Sûriyeyê daket, êdî ji bo wan tu qîmeteke mûçeya wan tune ye. Rewş gelekî dijwar bûye û çareserî jî jê re tune ye."