Amerîka ji Rûsyayê dixwaze hişyariyê bide Şamê

Serokê giştî yê artêşa Amerîkayê general Joseph Dunford ji hevpîşeyê xwe yê Rûsyayê general Valery Gerasîmov re got ku Amerîka dê bersiva bikaranîna çekên kîmyewî li Sûriyeyê bide.

Amerîka ji Rûsyayê dixwaze hişyariyê bide Şamê
29 tebax, 2018   10:21

NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevka Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê Heather Nauert ragihand ku serokê giştî yê artêşa Amerîkayê general Joseph Dunford hevpîşeyê xwe yê Rûsyayê generalê Valery Gerasîmov agahdar kiriye ku Amerîka dê bersiva bikaranîna çekên kîmyawî di Sûriyeyê de bide.

Nauert diyar kir ku Amarîka bang li Rûsyayê dike da ku Şamê hişyar bike û çekên kîmyewî di êrîşa xwe ya li dijî Idlibê de bi kar neyne.

Amerîka û gelek dewletên Ewropayê rêjîma Sûriyeyê tawanbar kir ku êrîşên kîmyewî li dijî sivîlên Sûriyeyê bi kar anîne. Rêjîmê jî ev tawanbarî red kirin.