'Rêya Turîzmê' di nav daxwaz û kêmderfetan de

Şêniyên navçeya Tirbespiyê xwest 'Rêya Turîzmê' were sererastkirin, ji ber ku ev rê gund û navçeyê bi hev ve girê dide. Ji aliyê xwe ve Şaredariya Gel a navçeyê diyar kir ku budçeya sererastkirina rê ji derfetên wan mezintir e û dê daxwaza şêniyan ji Desteyan Şaredariyan û Rêveberiya Herêmî ya kantonê re bi rê bikin.

'Rêya Turîzmê' di nav daxwaz û kêmderfetan de
'Rêya Turîzmê' di nav daxwaz û kêmderfetan de
'Rêya Turîzmê' di nav daxwaz û kêmderfetan de
'Rêya Turîzmê' di nav daxwaz û kêmderfetan de
'Rêya Turîzmê' di nav daxwaz û kêmderfetan de
'Rêya Turîzmê' di nav daxwaz û kêmderfetan de
'Rêya Turîzmê' di nav daxwaz û kêmderfetan de
'Rêya Turîzmê' di nav daxwaz û kêmderfetan de
29 tebax, 2018   09:42

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

'Rêya Turîzmê' ji girîngtirîn rêyên navçeya Tirbespiyê ya girêdayî kantona Qamişloyê ye. Rê navgîna gihandina rêyên di navbera navçe û gundên bakurê navçeyê û gundên devera Cirih de ye.

Ji ber rewşa hawayê û bikaranîna zêde, rê gelekî xirab bûye û bi hewcedariya sererastkirinê ye.

Şêniyên gundên bakurê navçeyê ji ber xerabûna vê rêyê bi gilî û gazinc in. Her wiha ji Şaredariya Gel xwestin rêyê sererast bikin. Welatiyê bi navê Hisên Osman ji şêniyên navçeya Tirbespiyê ye. Mala Hisên li ber Rêya Turîzmê ye. Têkildarî vê mijarê Osman wiha got: "Ev rê ji bo şêniyên gundên bakurê navçeyê girîng e û rê gelekî xirab bûye."  Osman bang li şaredariyê kir ku beriya zivistanê rêyê sererast bike.

Dijwarbûna tevgerê li ser rêyê di zivistanê de

Welatiya bi navê Hekîme Remo ji şêniyên Tirbespiyê ye û diyar kir ku rê di zivistanê de gelekî dijwar dibe, av û ax di çalan de kom dibe û tevgera şênî û erebeyan asteng dike.

Girêdayî mijarê hevserokê Şaredariya Gel a navçeyê Abdulezîz Mihemed ji ajansa me re axivî û wiha got: "Şaredarî li ser rexneyên şêniyan, nirxandineke giştî ji bo rêyê kir."

Abdulezîz diyar kir ku lêçûna sererastkirina rêyê ji budçeya şaredariyê û derfetên wê mezintir e. Ji ber wê û ji bo nîqaşkirina vê pirsgirêkê dê serî li Desteya Şaredariyan bidin.

(şx)

ANHA