2 endamên tabûra El-Qesam li Xaza  hatin kuştin

Di encama êrîşa ezmanî ya balefirên Îsraîlê li dijî bakurê herêma Xazayê de du endamên tabûra El-Qesam baskê leşkerî ya Tevgera Hemas hatin kuştin.

2 endamên tabûra El-Qesam li Xaza  hatin kuştin
7 tebax, 2018   10:39

XAZA

Nûçegihanê ajansa me ANHA'yê li herêma Xaza  ragihand ku îro balefirên şer ên Îsraîlê li dijî baregehên tabûra El-Qesam ên bakurê herêma Xazayê êrîş pêk anîn.

Di encama êrîşê de du endamên tabûra El-Qesam baskê leşkerî yê Tevgera Hemas jiyana xwe ji dest dan. Navê herdu endaman wiha ne: "Ebilhafiz El-Sîlawî (23) û Ehmed Murcan (23)".

Balefirên şer ên Îsraîlê rojane li dijî herêma Xazayê êrîşên xwe pêk tînin.

ANHA