Ebadî hin rayedar û wezîrên berê hewaleyî Desteya Zelalbûnê dike

Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî hejmareke rayedên û berpirsyaran hewaleyê Desteya Zelalbûnê kirin.

Ebadî hin rayedar û wezîrên berê hewaleyî Desteya Zelalbûnê dike
7 tebax, 2018   10:33

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî di çarçoveya doza gendeliyê li gelek parêzgehan, belgenameya rakirina hejmareke rayedar û berpirsyaran ji Desteya Zelalbûnê re erê kir da ku lêpirsîna wan bête kirin.

Biryara hewalekirina van rayedaran piştî xwepêşandanên berdewam li başûr û nîvê welat pêk hat, nemaze piştî xwepêşandanên ji ber têkçûna xizmetguzariyan û belavbûna gendeliyê.

Li bajarê Zîqar bi dehan welatiyên parêzgehê xwepêşandanek li darxistin û diyar kirin ku dê xwepêşandanên xwe heta ku parêzger û endamên hikûmeta herêmî bêne rakirin, dê berdewam bikin.

Hejmareke karkerên wezareta Kehrebeyê banga çespandina hemdem a girêdestên wan ên demkî kirin.

Li parêzgeha El-Mesna xwepêşandêr derbasî hefteya duyemîn dibin û banga rakirina fermandarê asayîşa parêzgehê  û hin rayedarên herêmî dikin.

Xwepêşandanên li Îraqê li hemberî rewşa aborî ya lawaz berdewam in û li pêşiya şîrketên petrolê yên Rûsyayê jî xwepêşandan veguherîn rûniştinên asê yên vekirî