221 şervan tev QSD`ê bûn

Akademiya Şehîd Dijwar Efrîn a QSD`ê perwerdeya 221 şervanan bi dawî kir.

221 şervan tev QSD`ê bûn
221 şervan tev QSD`ê bûn
221 şervan tev QSD`ê bûn
221 şervan tev QSD`ê bûn
221 şervan tev QSD`ê bûn
221 şervan tev QSD`ê bûn
7 tebax, 2018   10:44

GIRÊ SPÎ

Akademiya Ş.Dijwar a li gundê El-Kenterî ya girêdayî navçeya Silûkê, dewreya perwerdê ya bi navê Ş.Cuma Mihemed Hemîdan ku li Serêkaniyê şehîd bûbû, bi dawî kir.  221 ciwanên ji Dêrazorê tev perwerdê bûn da ku herêmên xwe ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin.

Şervanên QSD`ê yên ku tev perwerdê bûbûn, 20 rojan li ser destê pisporên ji QSD`ê perwerdeya leşkerî û birdozî dîtin.

Dawîbûna dewreya perwerdê bi merasîmekê ku fermandarên QSD, YPG û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî de têde amade bûn, pêk hat.

Di merasîmê de, ji fermandarên QSD`ê Zerdeşt Kobanê axivî û tekez kir ku hêzên wan di şerê li dijî terorê da ku werin tunekirin, wê têkoşîna xwe dewam bikin.  

Kobanê anî ziman ew amade ne hêzên xwe rêbikin tevahiay axa Sûriyê da ku ji terorê rizgar bikin.

Di dawiya merasîmê de, şervanên ku perwerdeya xwe bi dawî kirin, sonda leşkerî ji bo parastina welat xwarin.

(ekîp)

ANHA