Navenda Înma ya zanistî 500 zarok pêşwazî dike

Bi armanca zanakirina zarokan û pêşkêşkirina alîkariya derûnî ji bo derxistina wan ji çerxa tarî ya DAIŞ'ê, Navenda Înmali bajarokê El-Hemrat deriyê xwe ji xwendekaran re vekir.

Navenda Înma ya zanistî 500 zarok pêşwazî dike
Navenda Înma ya zanistî 500 zarok pêşwazî dike
Navenda Înma ya zanistî 500 zarok pêşwazî dike
Navenda Înma ya zanistî 500 zarok pêşwazî dike
7 tebax, 2018   08:20

EHMED EL-ESSAF / REQA

Navenda Înma li bajarokê El-Hemrat ya dikeve rojhilatê bajarê Reqayê bi çavdêriya Rêxistina Înma û bi koordîneya Komîteya Perwerdê ya El-Keramê ya girêdayî Meclisa Sivîl a Reqayê hat vekirin.

Navend nêzî 500 zarok temenê wan di navbera 6-17 salî pêşwazî kirin. Navend tevî baxçeyek û dikek ji 20 refan pêk tê.

Amadebûne navendê dabeşî du beşan bûye. Danê sibehê ji zarokên ku temenê wan di navbera 6-8 saliyê de, danê êvarê jî ji zarokên ku temenê wan di navbera 9-17 saliyê de perwerde dibin.

Ji bo perwerdekirina zarokan 32 perwerdekar hatin erkdarkirin û dabeşî gelek başan bûne. Her dewreyek 3 mehan dirêj dike û piştre bi awayekî asayî dewreya din vedike.

Berdevkê navendê Mişleb El-Derwîş wiha axivî: "Me navend ji bo pêşkêşkirina alîkariya derûnî ji bo zarokan û her wiha ji bo derxistina wan ji tarîtiya DAIŞ'ê vekir. Navend bi aramnca vegerandina aramî û ewlehiyê û pêşkêşkirina alîkariya derûnî ji zarokan re û dermankirina wan ji rewşa şer û koçberbûnê hat vekirin.

Di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de û ji ber binpêkirinên çeteyên DAIŞ’ê der heqê mamoste û zarokan de bi hezaran zarok ji xwendina xwe bê par man. Lê piştî rizgarkirina bajêr ji DAIŞ'ê, Meclisa Sivîl a Reqayê bi hemû hêza xwe xebatên vejandina bajêr didomîne.

(şx/ew)

ANHA