Ji ber binpêkirinên Tirkiyeyê gundekî suryaniyan vala bû

Gundê Mela Ebbas yê bakurê navçeya Tirbespiyê yê kantona Qamişlo ku li ser sînorê bakurê Kurdistanê ye, ji ber binpêkirinên artêşa tirk ên der heqê şêniyên gund de, gund hema hema vala bûye.

Ji ber binpêkirinên Tirkiyeyê gundekî suryaniyan vala bû
Ji ber binpêkirinên Tirkiyeyê gundekî suryaniyan vala bû
Ji ber binpêkirinên Tirkiyeyê gundekî suryaniyan vala bû
Ji ber binpêkirinên Tirkiyeyê gundekî suryaniyan vala bû
7 tebax, 2018   07:58

RÊNAS REMO - KADAR IBRAHÎM / QAMIŞLO

Gundê Mela Ebbas li bakurê navçeya Tirbespiyê ye. Kîlometreyekê ji xeta sînorê di nav bera Rojava û bakurê Kurdistanê de dûr e. 66 malbatên suryanî lê dijiyan. Piştî destpêkirina şoreşa gelan di 19'ê Tîrmehê de û piştî binpêkirin artêşa tirk der heqê gundên li seranserî xeta sînor de, hema hema gund ji şêniyan vala bûye.

Ev kiryarên artêşa tirk der heqê gelên herêmê de di 7 salên borî de pêk hatin. Artêşa tirk gundên li ser sînor rojane hedef digirtin û destûr nedida ku cotkar zeviyên xwe biajon û biçînin. Ji ber wê şêniyên hin gundan ji bo parastina xwe ji van binpêkirinan dîwarên çîmentoyê li ber deriyên malên xwe ava kirin û hinek din gundên xwe terk kirin. Ev binpêkirin û kirinên artêşa tirk di nav bêdengiya herêmî û navdewletî de pêk tên.

Şêniyên gundê Mela Ebbas ji ber kirinên artêşa tirk ji gundê xwe derketine û tenê 5 malbat lê mane. 61 malbat ji gund derketine û hinek ji wan li navçeya Tirbespiyê, bajarê Qamişlo bi cih bûne û hinek jî çûne welatên rojavayî.

Kalê bi navê Îsa Qleqiyos ji şêniyên gundê Mela Ebbas e, suryaniyek resen e û 86 salî ye. Îsa Qleqiyos diyar kir ku gund beriya çend salan şên bû, lê niha tenê 5 malbat lê mane.

Li ser rewşa gund beriya ku sînorên çêkirî werin dayîn, Îsa Qlaqiyos wiha got: "Beriya ku sînor di navbera Rojava û Bakur de were danîn, me li gund di nav hevkariyê û yekgirtinê de jiyana xwe didomand. Me bi çandiniyê û sewalkariyê debara xwe dikir. Şêniyan sewalên xwe ji bo çêrandinê dibirin herêma Sirûcê. Lê piştî ku sînor hatin danîn xwedîkirina sewalan kêm bû." Îsa Qleqiyos destnîşan kir ku binpêkirinên artêşa tirk ên keyfî piştî danîna sînoran, der heqê şêniyên gund de ranewestîn. Hêdî hêdî destûr neda ku şênî nêzî sînor bibin. Di van salên dawî de, destûr neda cotkaran ku zeviyên li ser sînor biçînin.

Îsa diyar kir ku dagirkeriya tirk di van 5 salên dawîn de nefes li ser şêniyan teng kir û destûr neda ku şêniyên gund zeviyên xwe biajon û biçînin û eger kesek hewl bide ku zeviyê xwe bajo an jî biçîne wî bi guleyan hedef digirt. Ji ber wê piraniya şêniyên gund ji gund derketin û li deverin dûr bi cih bûn wekî navçeya Tirbespiyê û bajarê Qamişloyê.

Tirkiye gelan hedef digire

Her wiha Îsa Qleqiyos diyar kir ku Tirkiye gelên resen ên herêmê û her kesek banga azadiya gelên bindest dike hedef digire. Girêdayî vê mijarê Îsa li ser komploya navdewletî der heqê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de wiha got: "Fikr û felsefeya Ocalan li gorî hêviyên gelê herêmê bûn. Gelê ku ji bo azadî û rûmeta xwe têkoşîn dikir. Ji ber wê komploya der heqê Ocalan de, komploya der heqê hemû gelên bindest e ku azadiya xwe dixwazin.”

(şx/ew)

ANHA