Li Şêxmeqsûdê xebatên Şaredariya Gel

Şaredariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê xebatên xizmeta gel bê navber didomîne. Şaredariyê ceyran gihand gelek malan, her wiha toreyên avê sererast kirin û xebatên xwe yên rojane didomîne.

Li Şêxmeqsûdê xebatên Şaredariya Gel
Li Şêxmeqsûdê xebatên Şaredariya Gel
Li Şêxmeqsûdê xebatên Şaredariya Gel
Li Şêxmeqsûdê xebatên Şaredariya Gel
Li Şêxmeqsûdê xebatên Şaredariya Gel
Li Şêxmeqsûdê xebatên Şaredariya Gel
Li Şêxmeqsûdê xebatên Şaredariya Gel
Li Şêxmeqsûdê xebatên Şaredariya Gel
Li Şêxmeqsûdê xebatên Şaredariya Gel
Li Şêxmeqsûdê xebatên Şaredariya Gel
Li Şêxmeqsûdê xebatên Şaredariya Gel
Li Şêxmeqsûdê xebatên Şaredariya Gel
Li Şêxmeqsûdê xebatên Şaredariya Gel
7 tebax, 2018   08:24

ROZANA DADO / HELEB

Şaredariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd a Helebê hewl dide bi derfetên di dest xwe de, xizmeteke baş pêşkêşî gel bike. Di demên dawîn de hejmareke mezin ji şêniyan vegeriyan taxê, li ser vê yekê barê şaredariyê girantir bû.

Kehrebe

Bi vegera şêniyan li taxê re û zêdebûna hejmara niştecihan kehrebe kêm bû. Li ser vê yekê Komîteya Ceyranê ya Şardariya Gel a Taxa Şêxmeqsûd li hemû beşên taxê 28 jenerator danîn û pêwîstiya 8 hezar malbatan peyda kir. Şaredariyê her wiha 7 jenerator ji bo xwediyên dikanên li sûkê û 2 jî ji bo werşeyên pîşesaziyê veqetandin.

Berpirsê Komîteya Ceyranê Ziyad Hesen diyar kir ku endamên komîteyê 30 kes in û destnîşan kir ku komîteyê ji sedî 95 pêwîstiya taxê ji ceyranê bi cih anî.

Hesen anî ziman ku kolana Marûf û Mizgefta Fûratî bê kehrebe ne û destnîşan kir ku di demeke nêzîk de dê kehrebe bigihîje wir.

Av

Di encama şer û êrîşên komên çete yên li ser taxê de, beşeke mezin ji binesaziya taxê, herî zêde toreyên avê ziyan dît. Komîteya Avê ku ji 9 endaman pêk tê, beriya hefteyekê li gorî du beşan dest bi sererastkirina toreyên avê kir.

Berpirsê Komîteya Toreyên Avê Mihemed Silêman tekez kir ku wan giliyên gel pêk anîn û xebatên sererastkirina toreyên avê didomînin.

Sererastkirina rêyan

Şaredariya Gel xizmetên sererastkirina rêyan pêşkêş dike û giliyên şêniyên nemaze yên ajokaran bi cih anîn. Di vê çarçoveyê de rêyên xirabûyî qîr kirin û kort girtin. Rayedarên şaredariyê destnîşan kir ku 300 metre rêyên sereke yên taxê hatin qîrkirin.

Park

Şaredariyê dîwarên Parka Arîn Mîrkan a dikeve beşa rojhilatê taxê bi resmên reng bi reng xemilandin.

(bb/ew)

ANHA