′Em li Efrînê mîna xerîban dijîn′

Welatiyê (A.Y) bi zehmetî xwe ji kiryarên artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser Efrînê xilas kir û xwe gihandin kantona Şehbayê. A.Y niha tevî malbata xwe li gundê Mera Mislemiyê dimîne.

′Em li Efrînê mîna xerîban dijîn′
19 tîrmeh, 2018   08:16

 SOLÎN REŞÎD / ŞEHBA

Ji destpêka ku artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî Efrînê bûne gelek şêniyên Efrînê yên ku heta niha li wê derê dimînin hewil didin ku xwe ji zilm û kiriyarên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê rizgar bikin.

Welatiyê bi navê A.Y yek ji kesên ku ji Efrînê derket û xwe ji zilm û zora çeteyan rizgar kiri ye. A.Y, kiryarên ku çeteyan li ser sivîlan pêk di anîn, vedibêje.

A.Y dibêje ku, gurûpên çete ji destpêkê ve hewil didan ku şêniyan bi gotinên azadî û aştiyê bi xapînin û bandorê li raya giştî bikin her wiha şêniyan bi darê zorê ber bi herêmên Şehbayê ve derxînin.

Lê rewşa wê derê zû hate guhertin û rastiya çeteyan û kiriyarên wan ji revandin, êşkencekirin, kuştin her wiha talankirin, wêrankirin û şewitandina mal û milkên welatiyan derketin holê.

Li gorî A.Y rewş li wê derê roj bi roj ber bi ne başbûnê ve diçe û bi taybet piştî hilbijartinê tirkiyê ku welatiyan bi hincetên derew bê ser û ber digrin.

A.Y got ku, gurûpên çete sivîlan digrin û beranberî berdana wan pereyan ji malbatên wan dixwazin û piştî ku wan berdidin careke din bi hincetên derew wan kesan digrin.

Her wiha A.Y destnîşan kir ku, rakirin û şewitandina daran bi hinceta ku şervanên YPJ/YPG`ê li wan deran hene, didome.

A.Y diyar kir ku çete her dem ji  şêniyan re dibêjin ku ew tu carî dev ji wan bernadin heta ku hemû mal û milkên wan talan bikin.

Di vê çarçoveyê de, A.Y got ku, tiştên ku li Efrînê diqewimin ji durî pîvanên mirovahiyê ne û ev tişt anî ziman,"Rewşa li wê derê nayê tehemul kirin. Em li Efrînê weke xerîban dijîn. Efrîn, nema Efrîna berê ku di nav aramî û aştiyê de bu. Piskoljiya şêniyan tevlî hev bûye. Her kes li hêviya şervanên YPJ/YPG`ê ne ku Efrînê ji artêşa dagirker a tirk û çeteyên wê rizgar bike."

Welatiyê bi nave A.Y niha li herêma Şehbayê dijî. A.Y dibeje ku jiyana ku berê dagirkeriyê li Efrînê jiya bu niha li Şehba’yê dijî.

(bx)

ANHA