Heyva Sor a Kurd li Şehbayê 6 hezar û 807 nexweş derman kir

Navenda Heyva Sor a Kurd li Kantona Şehbayê bi kêm derfetan 6 hezar û 807 nexweş derman kir û mirina 5 zarokan a ku ji ber kêmbûna derman û alavên tendrûstiyê qewimîne jî belge kirine. Li ser wê Heyva Sor a Kurd bang li Rêxistinên Mirovî kir ku alîkariya şêniyên Efrînê bikin.

Heyva Sor a Kurd li Şehbayê 6 hezar û 807 nexweş derman kir
Heyva Sor a Kurd li Şehbayê 6 hezar û 807 nexweş derman kir
Heyva Sor a Kurd li Şehbayê 6 hezar û 807 nexweş derman kir
19 tîrmeh, 2018   07:56

ARIF SILÊMAN-CEIFER CAFO/ ŞEHBA

Piştî ku dewleta tirk di 20’ê çileyê de li efrînê êrîşên dagirkeriyê li pêşxist bi hezaran şêniyên Efrînê tevî kadroyên tendrûstiyê yên Heyva Sor a Kurd neçar man ji Efrînê derkevin û li navçeya Efrîn’ê Şêrawa û Kantona Şehbayê bi cih bûn.

Heyva Sor a Kurd ji bo pêşkeşkirina alîkariyên tendrûstiyê û dermankirina şêniyan dest bi xebatên jinûve bi rêxistinkirina endam û kadroyên xwe kir.

Vekirina 5 nuqteyên tendrûstiyê û eyarkirina 5 ambulansan

Heyva Sor a Kurd li herêmên Şehbayê û navçeya Şêrawa, li gundê Aqîbê yê navçeya Şêrawa, Kampên Berxwedan û Serdemê li navçeya Fafîn, li navçeya Ehrezê, û nuqteyek nû li navçeya Til Rifatê ya Kantona Şehbayê bi giştî 5 cih dermankirinê vekir.

Her wiha ji bo her cihek tenduristiyê hatin amadekirin.

Dermankirina 6 hezar û 807 nexweş û belgekirina 5 wefatan

Li gorî serjimariya Heyva Sor a Kurd li cihên tendrûstiyê, 6 hezar û 807 nexweş, ku di nav de 2 hezar û 677 zarok û hezar û 43 nexweşên jinin hatin derman kirin. Piraniya nexweşan ji nexweşiyên hundirîn, nexweşiyên jinê, hestî, dil, Leşmaniya, çerm, diran, çav, guh, penceşêr, sinir û nexweşiya kezeba reş bûn û her wiha hejmarek ji haletên jî mudexleya lezgîn.

Li gorî serjimariyê hezar û 745 raçêtên dermanan li navçeya Ehrezê hatine serfkirin. Û li gorî daneyên ku kadroyên tendrûstiyê dane, ji ber kêm derman û alavên tendrûstiyê jî  5 zarok mirine.

Kêmbûna dermanan

Di çarçoveya kêmbûna dermanan de endamê Rêveber a navenda Heyva Sor a Kurd li herêmên Şehbayê û navçeya Şêrawa Emmar Mihemed tekez kir ku hemû cihên tendrûstiyê yên girêdayî wan ji ber kêmbûna alavên tendrûstiyê û dermanên weke antîkorên pêvedana maran, dermanan wêranê, dermanên zarokan, şekir, dermanên xwînpestinê û dermanên nexweşiya jinan  û her wiha kêmbûna kadroyên tendrûstiyê astengiyan dikşînin.

Mihemed tekez kir ku, wan gelek caran ji bo alîkariyê bang li Rêxistinên Mirovî yên Navneteweyî û Rêxistinên Mafên Mirovan kirine, lê heta niha tu alîkarî ji wan re nehatiye.

Di dawiya axaftina xwe de endamê rêveber ê Heyva Sor a Kurd carek din bang li hemû Rêxistinan kir ku alîkariya şêniyên Efrînê ku li Şehbayê dimînin bikin.

(şx)

ANHA