Kobanê li hêviya şahiya mezin e

Çavên her kesî li Qada Şehîd Egîd Korkmaz ya navenda bajarê Kobanê ye. Li wê derê çalakiyên pîrozbahiyên mezin bi boneya 6`emîn salvegera Şoreşa Rojava – Bakurê Sûriyê (19 Tîrmehê) dê werin lidarxistin.

Kobanê li hêviya şahiya mezin e
19 tîrmeh, 2018   08:30

CÛMA MIHEMED – ZANA SEYDÎ / KOBANÊ

Her kes li bajarê Kobanê li hêviya mehrecana duyemîn ku bi boneya 6`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê ku çirûska wê ya yekem ji bajarê Kobanê destpê kir û ber bi hemû bajarê Bakurê Sûriyeyê ve çû.

Bi vê boneyê komîteya Amadekar ya ku hemû çalakiyên şahiyê ku wê weke mehrecanekî were lidarxistin, bidawî kir. Mehrecan dê di saet 19:00`an de destpê bike.

Kobanê amade ye ku bûyera mezin hembêz bike

Mehrecan dê weke sala berê li Qada Şehîd Egîd Korkmaz were lidarxistin. Qad amade ye ku bi hezaran şênî û mêvanên ku ji hemû Bakurê Sûriyê û ji her çar pareçeyên Kurdistanê tevlî mehrecanê bibin, pêşwazî bike.

Komîteya Amadekar vexwendina mehrecanê ji rêveberiya herêmên Cizîrê, Efrîn û Firatê re her wiha ji herêmên Bakurê Sûriyê mîna Minbic, Tebqa, Reqa, Dêrazor û Başûrê Kurdistanê re şandiye.

Di vê çarçoveyê de Hevserokê Meclisa kantona Kobanê Mistefa Îto, ku ew jî yek ji endamên komîteya Amadekar e, got ku wan hemû amadekariyên mehrecanê bidawî kirin e û Kobanê ji bo pêşwazîkirina pîrozbahiya mezin amade ye. Îto destnîşan kir ku mehrecana vê salê bi dirûşmeya "Bi rihê 6`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê emê Berxwedana Serdemê silav bikin" pêk tê.

Her wiha navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya bajarê Kobanê diyar kir ku hemû komên wê bi rengê hunerî û siyasî tevlî şahiyê bibin.

Rola navenda Baqî Xido dê di hemû çalakiyan de sereke be. Du komên girêdayî navenda Baqî Xido (Koma stran û koma dîlanan) dê tevlî şahiyê bibin.

Her wiha dê koma strana ya Minbicê jî ji bo ku wateya rast a şoreşê ku têkliyên di navbera hemû pêkhateyên Bakurê Sûriyê de xurt kir dê tevlî şahiya bibe

Hêzên Ewlekarî jî amade ne

Şahî dê di nava amadekariyên ewlekariyê, ku ji aliyê hêzên Ewlekarî ve bê girtin wê pêk were.

Hêzên Asayîşê (Hêzên Ewlekariya Hundrîn) nêzî 100 endamî ji bo parastina şahiya mezin her wiha zêdeyî 150 endamên Hêzên Parastina Civakî ku ew jî weke hêzên Asayîşê parastina ewlekariya hundirîn dikin,  amade kirin e.

Ji destpêka mehê ve zêdeyî hezar endamên Hêzên Ewlekariya Hundrîn û Hêzên Parastina Civakî ji bo şahiya mezin parastina ewlekariya herêmê dikin.

Heftiyekê tijî çalakî

Komîteya Amadekar bi boneya salvegera şoreşê ne tenê dê mehrecana ku dê îro were lidarxistin amade kiriye, komîteyê ji 14`ê Tîrmehê ve dest bi çalakiyan kir.

Komîteyê di rojên dawî de gelek semîner, pêşbirk, şahiyên biçûk, hemleyên paqijkirin û xemlandina bajêr û pêxistina mûman li ser gorên şehîdan organîze kir.

(bx)

ANHA