‘ Tecrîda Îmraliyê binpêkirina qanûnên navndewletî ye’

Parêzera ji pêkhateya Ereb Selwa Ecac got ku tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocelan hatiye ferzkirin binpêkirina zagonên navneteweyî ne. Selwa ji hemû parêzer û siyastmedarên Cîhanê xwest ku, ji bo rêgirtina van binpêkirinan helwestên xwe yên qanûnî nîşan bidin.

‘ Tecrîda Îmraliyê binpêkirina qanûnên navndewletî ye’
19 tîrmeh, 2018   07:40

FÎDAN EBDULAH / ŞEHBA

Parêzera ji pêkhateya Ereb a ji Şehbayê Selwa Ecac di di derbarê tecrîda li ku li ser Rêberê Gelê Kurd Ebdullah Ocelan li Îmralîiyê hatiye ferz kirin axivî û got ku, divê hemu parêzer li hember van kirinên der qanunî helwest nîşan bidin.

Ecac di destpêka axaftina xwe de, balkişand ser kirin û kiryarên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê ku li ser şêniyên hemû herêmên Bakurê Sûriyê û bi taybet şêniyên Efrînê ferz dikin û diyar kir ku destwerdana Tirk a li ser herêmê bandorek neyînî li ser pêşeroja gelê Sûriyeyê dike û di heman demê de, ji bo ku aloziya suriyê bi rêyên siyasî bê çareserkirin astengiya derdixe.

Ecac di bedewamiya axaftina xwe de bal kişand tecrîda ku li ser Rêberê Gelê Kurd ocelan ferz dike û wiha axivî, “Dewleta Tirk tecrîd bi şêwazekî herî kirêt li Îmraliyê ferz dike.” Ecac tekez kir ku kiryarên ku dewleta Tirk li ser Ocelan pêk tîne, hemû zagonên navdewletî binpê dike.

Ecac, got ku, “Ocelan kesyatek siyasî û aştîxwaz e. Wî ji bo demkrasî , wekhevî û biratiya gelan û ji bo azadiya jinê tekoşîn kiriye. Tecrîda ku li ser Ocelan hatiye ferzkirin, zilm û çewsandine. Sûcekî li dijî mirovahiyê”

Selwa di axaftina xwe de destnîşan kir ku, ew weke jinek Ereb bi fikir û felsefeya Ocelan ve girêdayî ye û her wiha pesna  fedekariya wî ku ji bo gelê xwe û hemû gelên bindest kiriye da. Selwa got ku, ewê jî weke jinekî bi saya fikir û felsefeya Ocelan xwe naskiriye.

Selwa di dawiya axaftina xwe de kiryarên dewleta Tirk ku li ser Ocelan ferz dike şermezar kir û diyar kir ku dewleta tirk bi van kiryarên xwe ve, hemû zagonên navneteweyî û mafên navneteweyî bin pê dike. Her wiha Selwa bang li hemû parêzer û siyasetmedarên cihanê kir ku bi rêyên qanûnê têbikoşin û rê li ber van binpêkirina bigirin.

(şx)

ANHA