Gelê Kobanê serdana mala Ocalan lê mayî kir

Di çarçoveya rêzeçalakiyên ji bo salvegera 6’mîn a 19’ê Tîrmehê de Kongreya Star û hin kesên ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, serdana mala yekem a Rojava ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan sedana wê kiribû, kirin.

Gelê Kobanê serdana mala Ocalan lê mayî kir
Gelê Kobanê serdana mala Ocalan lê mayî kir
Gelê Kobanê serdana mala Ocalan lê mayî kir
Gelê Kobanê serdana mala Ocalan lê mayî kir
Gelê Kobanê serdana mala Ocalan lê mayî kir
17 tîrmeh, 2018   10:57

KOBANÊ

Bi endamên Kongreya Star ên ji Kobanê û hin kesên bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re rûniştine, bi boneya salvegera 6’mîn a 19’ê Tîrmehê ku bû encama azadkirina herêmê,  sedana Mala yekek a Rojava ku Rêveberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan serdana wê kiribû, kirin.

Di nava amedehiyan de Diya Egîd, yek ji kesên ku bi Ocalan re rûniştiye û wiha got: "Derdora salên 1990’î ji ber ku em malbatên şehîdan bûn, Seroketî xwest me bibîne, min ew wek bira yan bavê xwe hîs kir. Ji bo wê min ew hembêz kir, ramûsand û pê re rûniştim. Heta niha ez her tim di gotinên wî de difikirim. Mirov dikare her gotineke Serok jê pirtûkekê biafirîne."

Welatiyê bi navê navê Ehmedê Pîrê anî ziman ku divê gundê Elpelûrê yê Kobanê bikin wek ziyaret, ji ber ku gelek bîranînên Ocalan li wir hene û wiha got: "Dema ku Serok ji Bakur tê Rojava, piranî li gundê Elpelûrê dimîne û li bin wê darê pirtûk dinivîsin. Bi xwe meha Tîrmehê em wek meheke pîroz dibînin wekî ku hevalên me di berxwedana zîndana Amedê de 14’ê Tîrmehê ketin Rojiya Mirinê ya Mezin û encama wê bû 19’ê Tîrmehê.”

Li aliyekî din jî rêveberiya Kongreya Star diyar kir ku şoreşa 19’ê Tîrmehê bû azadiya jinên bindest bi fikr û felsefeya Ocalan û wiha hate gotin: “Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi fikr û felsefeya Rêber Apo bû, piştî 19’ê Tîrmehê jin ku bi hezaran salan bindest bûn, hatin azadkirin."

Hêjayî gotinê ye ku çalakiyên pîrozkirina 19’ê Tîrmehê berdewam in û îro hin çalakiyên cuda hene.

ANHA