Li Quneytera 7 sivîl hatin kuştin

Hêzên rêjîmê roja Sêşemê êrîşên hewayî li ser herêmên bajarê Quneytera yê başûrê Sûriyeyê pêk anîn. Di encama êrîşê de herî kêm 7 sivîlan jiyana xwe ji dest da.

Li Quneytera 7 sivîl hatin kuştin
17 tîrmeh, 2018   11:41

NAVENDA NÛÇEYAN

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê roja Sêşemê topbaraneke xurt li ser yek ji bajarokên başûrê rojavayê Sûriyeyê pêk hat. Di encama wê de 6 sivîlan ku di navde 2 jin û 3 zarok hene, jiyana xwe ji dest da. Her wiha artêşa Sûriyeyê êrîşên xwe bi alîkariya Rûsyayê li ser herêmê didomîne.

Navendê diyar nekir ka êrîş bi çekên hewayî yên Rûsyayê yan yên rêjîma Sûriyeyê pêk hatiye.

Her wiha di encama êrîşên Rûsyayê li ser bajarokê El-Aliya yê dikeve aliyê rojavayê parêzgeha Deraayê ya nêzî Quneytera sivîlekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî midurê Navenda Mafên Mirovan a Sûriyeyê Ramî Ebdulrehman, balafirên şer ên Rûsyayê û rêjîma Sûriyeyê bi qazanên teqemenî êrîş li ser herêmeke di navbera Quneytera û Deraayê de pêk anîn.

(bx/ew)