Ji ber germa zêde 14 kesan jiyana xwe ji dest da

Ji ber pêla germê ya zêde ku li Japonyayê pêk hatiye, di nava 3 rojên dawîn de 14 kesan jiyana xwe ji dest da.

Ji ber germa zêde 14 kesan jiyana xwe ji dest da
17 tîrmeh, 2018   10:19

NAVENDA NÛÇEYAN

Desteya Şopandina Rewşa Hewa ya Japonyayê diyar kir ku pêla germê ji sedî 39 li herêmên hundirê welat zêde bûye û destnîşan kir ku bi germahiyê re şilayî (nêm) jî heye.

Raporên ragihandinê jî destnîşan kir ku ji ber pileya germê ya zêde di nava çend rojan de 14 kesan jiyana xwe ji dest da û destnîşan kir ku ji wan jineke 90 salî di nava zeviyekê de jiyana xwe ji dest daye. Her wiha bi hezaran kesên din di nexweşxaneyan de têne dermankirin.