`Tirkiyê xeteriya herî mezin li ser welatê me ye`

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava li herêma Cizîrê ankêt organîze kirin û di encama ankêt de derket holê ku şêniyên herêmê dewleta Tirk a dagirker li ser ewlehiya xwe xeter dibînin.

`Tirkiyê xeteriya herî mezin li ser welatê me ye`
`Tirkiyê xeteriya herî mezin li ser welatê me ye`
`Tirkiyê xeteriya herî mezin li ser welatê me ye`
9 tîrmeh, 2018   04:35

RÊNAS REMO-KADAR IBRAHÎM/QAMIŞLO

Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava li herêma Cizîrê têkildarî dagirkirina Tirkiyê ya Efrînê, xeteriya li ser Bakurê Sûriyeyê û amadebûna gel a parastina deskeftiyên şoreşa Rojava (19 Tîrmehê) ankêt organîze kir.

Navenda Lêkolînên Stratejîk li bajarê Qamişlo, Girke Legê, Dêrikê, Tirbespiyê, Çilaxa, Til Koçer, Amûde, Dirbesiyê, Serêkaniyê, Heseke, Til Temir, Til Berak, Şedadê û Holê organîze kir û nêrîna hemû pêkhateyên herêma Cizîrê (suryan, aşûr, kurd û ereb) girtin. Ji temenê 18 salî û pêve nêrîna xwe dan.

Li ser pirsa kîjan alî li ser ewlehiya we xeter e? ji %75.4 bersiv hat dayîn ku ji çeteyên DAIŞ`ê, Cebhet El-Nusra û rejîmê zêdetir dewleta Tirk li ser ewlehiya me xeterî ye.

Her wiha li ser pirsa gel çiqasî amade ye ku parastina xwe welatê xwe bike %96.8 bersiv dabûn ku ew amade ne parastina welatê xwe bikin. Ji bo piştgiriya Efrînê jî %57 anîbûn ku ew dikarin aliyê madî de alîkar bin ên dîtir jî aliyê leşkerî û tevlîbûna xwepêşandanan dikarin bibin alîkar.

Endama Navenda Lêkolînên Stratejîk a Rojava Bêrîvan Sîdo di hevdîtina li gel ajansa me ANHA`ê anî ziman ku ew e encama ankêtan bighînin aliyên têkildar.

Her wiha Medya Cûdî ku yek ji gurûpa ankêtan bû anî ziman ku wan  ji herêma Cizîrê xwe gihandine 3 hezar û 161 kesî û nêrîna wan di ankêtan de girtine.

Mizgîn Ehmed jî ku ciyê xwe di gurûpa ankêtan de digirt diyar kir ku xebatên wan ên ankêtan mehek û nîvê berdewam kiriye.

(np)

ANHA