Li Reqayê berî her tiştî xwendin e

Çeteyên DAIŞ`ê dibistanên Reqayê veguheztibûn navendên xwe yên leşkerî û zarokên Reqayê ji xwendinê mehrûm kiribûn û niha jî navenda perwerde hewl dide xebatên xwe yên ji bo sala nû ya xwendinê bi dawî bike.

Li Reqayê berî her tiştî xwendin e
Li Reqayê berî her tiştî xwendin e
Li Reqayê berî her tiştî xwendin e
Li Reqayê berî her tiştî xwendin e
Li Reqayê berî her tiştî xwendin e
Li Reqayê berî her tiştî xwendin e
9 tîrmeh, 2018   04:20

NEJBÎR OSMAN-AZAD SEFO / REQA

Piştî ku şervanên QSD`ê Reqayê rizgar kirin Komîteya Fêrkirine û Perwerde ya Meclîsa Reqayê hat avakirin û komîteyê destbi kar kir.

Komîteyê destpêke mamoste kom kirin û bi alîkariya rêxistinên rakirina mayînan dibistan ji mayînan paqij kirin. Li ser tamîrkirine demeke dirêj derbas nebû, êdî Komîteyê destbi vekirina dibistanan kir.

Niha hejmara dibistanên ku li herêma Reqayê û gundewarên wê hatine vekirin 232 dibistanin û 2 hezar û 664 mamoste û ji 125 hezar şagirtî niha 70 hezar şagirt dixwînin.

Li bajarê Reqayê jî ji 65 dibistan 23 hatine temîrkirin û vekirin, 28 dibistan ji hinek deveran hatine rûxandin û 5 dibistan jî bi temamî hatine rûxandin. Ji xwe hemû dibistanên Reqayê û gundewarên wê ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve hatibûn mayîn kirin. Komîteya Fêrkirinê û Perwerde bi alîkariya gurûpên rakirina mayînan ên girêdayî Hêzên Ewlehiya Hundirîn a Reqayê dibistan ji mayînan paqij kirin. Gurûpa rakirina mayînan a Hêzên Ewlehiya Hundirîn mayîn ji 25 dibistanan paqij kir.

Di destpêka vekirina dibistanan de şagirt ji ber ku kursî û mase tine bûn li erdê dirûniştin, êdî bi alîkariya hinek rêxistinan dibistan hatin temîrkirin, kursî û masa anîn û zivistanê jî sobe hatin dayîn.

Her wiha Komîteya Fêrkirine û Perwerde demsala havîn dewreyên perwerde ji bo mamosteyan organîze kir. Niha hejmara mamoste gihîştiye 4 hezarî. Ji bo perwerdeya îdeolojîk jî Komîteya Fêrkirine û Meclîsên herêmî dewreyên perwerde ku 20 rojan didome ji bo mamoste vedikin.

Hevserokê Navenda Perwerde Elî Şenan têkildarî rewşa xwendinê li Reqayê ji ajansa me ANHA`ê re axivî û got:˝ ˝Rewşa xwendinê li Reqayê hinekî baş buye û niha amadekariya sala nû ya xwendinê dikin. Divê hinek dibistanên dîtir werin vekirin û dê hejmara şagirtan ji sala berê zêdetir be˝.

Şenan di nava axaftinên xwe de bang li şêniyên herêma Reqayê û rêxistinan kir ku ji bo xwendinê erka ji wan têxwestin pêkbînin.

Di dawiya gotinên Hevserokê Navenda Perwerde Elî Şenan hat gotin ku ew ê bi alîkariya Meclîsa Reqayê û MSD`ê dibistanên dîtir temîr bikin û vekin û aliyê xwendinê de gavên mezin bavêjin.

(np)

ANHA