'Piştî Deraayê rêjîm û piştevanên wê dê berê xwe bidin Idlibê'

Nivîskarê filistînî yê ji Sûriyeyê Selam El-Sedî diyar kir ku hêzên rêjîmê piştî Deraa xilas bibe, bi hevkariya Îranê, her çend Rûsya tev li wan nebe jî, dê berê xwe bidin Idlibê.

'Piştî Deraayê rêjîm û piştevanên wê dê berê xwe bidin Idlibê'
7 tîrmeh, 2018   09:31

NAVENDA NÛÇEYAN

Nivîskarê filistînî yê ji Sûriyeyê Selam El-Sedî der barê mijarê de nivîsek di rojnameya El-Ereb e weşand. El-Sedî di nivîsa xwe de bal kişand ser rewşa başûrê Sûriyeyê û itîfaqên herêmên "kêmkirina şer" ku di navbera Rûsya û Tirkiyeyê de pêk hat, her wiha Amerîka jî beşdar bû û ev tişt anî ziman: "Şertên ku Rûsya li ser çekdarên başûr di rêya danûstendinan de, ne sererastkirin bû, lê belê teslîmgirtina wan a bê şert û merc bû."

Nivîskar bal kişand ser rêbaza ku şandeya Rûsyayê di danûstandinan de girtiye û wiha dom kir: "Danûstandin li herêmê di çarçoveya itîfaqên sererastkirinê de pêk hat, lê ya dawîn diyar bû ku Rûsya bi israr bû ku çekdarên opozîsyonê û malbatên wan ji Deraa ber bi bakurê Sûriyeyê ve biçin."

El-Sedî, her wiha da zanîn ku fikreya sereke ji itîfaqa kêmkirina şer ku Rûsya û Tirkiyeyê li bakurê Sûriyeyê li dar xist û wiha dom kir: "Ev bi Amerîka û Urdinê re li Başûr pêk hat. Rûsya itîfaqên herêmên kêmkirina şer wek taktîk ji bo rêveberiya şer bi kar anî. Rûsya, rêjîma Sûriyeyê û Îran lîsteya herêmên ku dixwazin vegerînin, xistin lîsteya xwe. Li gorî wê jî dema xwe diyar kirin. Vê stratejiya wan rê da ku piştgiriya rêjîmê were kirin û hêzên xwe yên leşkerî ji bo êrîşa li herêman pêk bîne."

Li ser neqebûlkirina Rûsyayê ya veguhertina çekdaran ber bi bakurê Sûriyeyê ve El-Sedî dibêje ku rêjîma Sûriyeyê û hevkarê wê qebûl nekirin ku çekdarên opozîsyonê berê xwe bidin Idlibê da ku tev li avabûna hêzeke leşkerî ya nû nebin û wiha dom kir: "Naxwazin ew çekdar tevî avakirina hêzeke nû ya leşkerî bi komên berê yên bakurê Sûriyeyê ku Tirkiyeyê rêveberiya wê dike, bibin. Li wir derdora 30 hezar leşkerên girêdayî komên li başûrê Sûriyeyê hene, rêjîm û piştevanên wan guman dikin ku heger ew jî tev li projeya leşkerî û siyasî ya Tirkiyeyê li bakukê Sûriyeyê bibin, ji ber di demên pêş de wê dest bi hewldana jihevxistina wê projeyê bikin."

Selam El-Sedî di dawiya nivîsa xwe de jî got ku çarenûsa parêzgeha Deraa diyar e û wiha dom kir: "Dema ku hêzên navdewletî û herêmî dest jê berdan, şoreşgerên başûr ber bi şerê heta dawî ve diçin. Ev jî şerekî encama wê têkçûn e. An jî wê itîfaqê qebûl bikin û berê xwe bidin herêmên hinekî ewle. Wê demê çi qas gef û hişyariyên Tirkiyeyê hebin jî bêguman dê rêjîma Sûriyeyê û Îran, heke Rûsya jî tev li wan nebe jî, dê berê xwe bidin parêzgeha Idlibê."