Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin

Ji demên berê de herêma Eyn Îsa bi kaniya xwe ya bi ava pak û zalal dihat naskirin, gelek mirov di demên berê de kom bûn û warên xwe li nêzî kaniyê ava kirin.

Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
Eyn Îsa û kaniya wê ya kevin
7 tîrmeh, 2018   08:52

EHMED EL-KEMYAN – TIRKÎ EL-GALIT/ GIRÊ SPÎ

Herêma Eyn Îsa dikeve nav herêma Firat a Bakurê Sûriyeyê, lê ji ber rêya xwe ya diçe gelek bajaran, girîngiya heremê zêde dibe.

Gelek pirtûk li ser navê vê heremê hatin lê heman tişt hatiye tekezkirin ku ji kaniyê navê xwe girtiye .

Herêma Eyn Îsa bi hevbeşiya pêkhateyên xwe tê naskirin, ji ber ku di dema osmaniyan de li heremê gelek pevçûn di nav pêkhateyan de pêk dihatin lê di demên dawîn de bûye cihê hevbeşiya gelan.

Kaniya Eyn îsa hemû alî digirtin û li derdora kaniyê jî goleke avê dihate çêkirin. Kaniya Eyn Îsa di pesnên helbestvanan dejî cih digire. Ava kaniya Eyn Îsa bi xweşî û geşiya xwe dihate naskirin lê helbestvanan gelek girîngî dabû vê kaniyê.

Eyn Îsa pir bi wateyeke xweş e, kaniya wê rengîn e û çemê wê diherike.

Lê dema ku yekî serdana Eyn Îsa dikir dihate teşbîhkirin bi mezra Cizîrê, ji ber ku dihate gotin ku li Eyn Îsa tu xêr tune ye lê ev tişt berovajî bû û li heremê xêr ji bêxêriyê pirtir e. Vê kaniyê  gelek asta pêşxistina jiyanî bilind kir ji ber ku li ser vê kaniyê gelek erdên çandiniyê dihate avdan.

Ev kanî di demekê de bû meqseda welatiyan ji ber ku xwe pê dişûştin û baweriya xwe pê dianîn ku ava kaniyê laşê mirovan ji nexweşiyan rehet dike. 

Hin çavkanî û şêniyên heremê jî diyar dikin ku goristan ne tirb e, lê belê ziyaret e, ji ber ku şêxê ku navê goristanê li ser navê wî hatibû kirin, li gundê El-Bisêra yê herêma Dêrazorê ya rojhelat hate veşartin.

Gelo navê Eyn Îsa ji ku derê hatiye?

Şênî û niştecihên wê di wê demê de mezarê kesekî ku bi navê Şêx Îsa dihat naskirin, çêkirin. Di dema ku osmaniyan de baweriyeke şêniyan hebû ku heger kesê nexweş berê xwe bide wê mezarê, ji nexweşiyên xwe rehet dibe.

Tê gotin ku girê li Eyn Îsa yê nêzî kaniyê û mezarê şêx, osmaniyan parastina wan dikir.

Ji bo avakirina mezarê şêx gelek çîrok hene. Sedema sereke ku jinek ji herêmê dema ku leşkerên tirk dixwest destdirêjî lê bikin hawara xwe dibe ber Şêx Îsa û wan diparêze. Ji ber vê yekê mezar li nêzî perestgeha ku nêzî kaniyê ye, hate avakirin.

Tu agahiyên zelal li ser hebûna kaniyê di nava dîrokê de tune ne. Lê belê li gorî şênî û rûspiyên navçeyê ku wan jî ji kalepîrên xwe girtine, piştî ku mezar ji aliyê şêniyan ve hate avakirin, kanî çêbû (nêzî 300 sal berê) û paşê ava kaniyê derket.

Di wê demê de gelek şêniyên herêmê berê xwe didan mezarê şêx, xelat ji mezar û kesê ku xizmetê li wê derê dikin re dibirin. Ew kes bi navê El-Ceyam dihatin naskirin. Ji eşîra El-Bû Esaf in. Ji ber ku xizmeta mezar dikin, ji ber wê jî navê xwe ji wê yekê girtine. Heta niha jî neviyên wan li navçeyê hene.

Di vê çaçroveyê de yek ji kesên ku di demekê de karê mezar dikir Ebîd El-Ceyam ji ajansa me re axivî. Ebîd El-Ceyam got ku ji dema kalepîrên wan ve parastina mezar û xizmeta mêvanên wê kete ser milê wan, ji ber ku girîngiya wê li gel şêniyên navçeyê heye.

Navçeya Eyn Îsa navê xwe ji kaniya ku bi navê mezarê Şêx Îsa girtiye. Piştî ku ava kaniyê zuha jî bû lê dîsa jî mabû cihê serlêdana mêvanan.

Li gorî kesên navdar di wê demê de Hemed El-Ebo û Farûq Mistefa ku ji şêniyên navçeyê ne gotin ku ava kaniyê di navbera salên 1980 -1983`yan de hêdî hêdî kêm dibû heta ku di dawiyê de bi temamî zuha bû.

Cihê kaniyê hetanî dema niha jî nehatiye sererastkirin û wekî ku tê zanîn cihekî pir pîroz e.

Her wiha di şoreşa Sûriyeyê de jî gelek aliyan dest danî ser Girê Spî mîna DAIŞ û van hêzên terorîst jî mezar û cihê kaniyê bi temamî rûxandin .

Cara yekê  ku ev cih hate tamîrkirin di Hezîrana çûyî de hate kirin, ji aliyê Şaredariya Gel a heremê ve. Di vê derbarê de hevserokê Şaredariya Gel a heremê Enwer El-Iweyid da zanîn ku tamîrkirina mezar piştî rûxandina komên çete ve hat, lê şaredariyê tamîr kir ji bo ku cih tu ziyanê nebîne.

Hetanî niha jî Şaredariya Gel bi karê tamîrkirinê radibe û cihê kaniyê ji zeraran tê parastin.

(cu/ew)

ANHA