Tirkiye dîsa ava çemê Firatê qut dike

Hikumeta Tirkiyeyê careke din ava çemê Firatê bi ser Sûriyeyê de qut kir. Bi vê yekê rêjeya avê kêm bû. Şêniyan got ku Erdogan bi vê yekê dixwaze gelê Sûriyeyê birçî bike.

Tirkiye dîsa ava çemê Firatê qut dike
Tirkiye dîsa ava çemê Firatê qut dike
Tirkiye dîsa ava çemê Firatê qut dike
Tirkiye dîsa ava çemê Firatê qut dike
7 tîrmeh, 2018   09:55

ŞÎLAN MIHEMED / MINBIC

Hikumeta Tirkiyeyê careke din ava çemê Firatê bi ser Sûriyeyê de qut kir. Tirkiye vê yekê wek çekekê li dijî gelê Sûriyeyê bi kar tîne ku ev çend sal e zehmetiyan ji ber şer dibîne.

Serokkomarê Tirkiyeyê û serokê AKP`ê Recep Tayyîp Erdogan ji aliyekî ve dibêje ku têkiliyên wan bi gelê Sûriyeyê re baş in û ji aliyê din ve jî kiryarên hovane der barê wan de berdewam dike û hewl dide çawa Efrîn û Bab dagir kirin, gelek herêmên din jî dagir bike.

Dewleta tirk her wiha alîkariya çeteyên li Sûriyeyê dike. Destwerdana karê wê yên hundirîn dike. Xaka wê dagir dike û siyaseta ambargoya avê jî li hemberî gelê wê dimeşîne da ku wan neçarî koçberiyê bike û armancên xwe pêk bîne.

Tevî ku pirsgirêka avê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de kevn e, lê careke din bi destpêkirina aloziya Sûriyeyê re derket holê. Hikumeta Tirkiyeyê ava Firatê ya ku bi bi hezaran zeviyên li Sûriyeyê û Iraqê av dide, xistiye bin serweriya xwe.

Tirkiye hevpeyamana ku bi Sûriyeyê der barê ava Firatê de îmze kiribû, pêk nayne. Di hevpeymanê de hatibû gotin ku di saniyekê de para Sûriyeyê ji avê zêdetirî 500 m3 e. Lê Tirkiye niha kêmî nîvê ava ku lihevkirin li ser hatiye kirin, dide Sûriyeyê. Piraniya şêniyan dibêjin ku tu carî asta ava Firatê bi vî awayî kêm nebûye.

Ji ber ku kesên ku zerar ji ber kêmbûna avê digihîje wan sivîl û cotkar in, yên ku hêrsa xwe ji ber siyaseta hikumeta Tirkiyeyê diyar kirin, dîsa ew bûn.

Hemîd Ebdî (80) ê ji gundê Qereqozaq ê dikeve ser çemê Firatê got ku wan tu carî zilma bi vî awayî ji Tirkiyeyê nedîtiye.

Hemîd di berdewama axaftina xwe de hêrsa xwe diyar kir û ev tişt anî ziman: "Erdoganê faşîst û dewleta Tirkiyeyê mal û berhemên me xira kirin. Em çandiniyê ji xwe re esas digirin. Ji beriya sed salan ku em zeviyên xwe bi ava Firatê av didin. Niha jî qutkirina avê dihêle ku zindiyên di avê de bimirin û zevî jî hişk dibin."

Di dawiyê de Hemîd got ku Erdogan bi vê yekê dixwaze gelê Sûriyeyê birçî bike.

Ji aliyekî din ve jî qutkirina ava Firatê bandorê li ceyranê û kar û xebatên bendavên Bakurê Sûriyeyê dike. Saetên dayîna ceyranê ji bendavê hatiye kêmkirin, berê rojane 12 saetan ceyran dihat, lê niha daketiya 8 saetan.

Ji aliyê xwe ve welatiyê bi navê Abduldayîs ê ku cotkar e û zeviyên xwe bi çemê Firatê av dide, bang li rêxistinên mirovî yên navdewletî kir ku kiryarên Tirkiyeyê yên hovane der barê gelê Sûriyeyê de rawestîne.

(bx/ew)

ANHA