Sê dergehên girîng li El-Hemrat hatin sererastkirin

Şaredariya Gel a devera El-Hemrat a girêdayî bajarê Reqayê sê dergehên li Hemze Nasir ên li ser geliyê Mingilan ku li ba welatiyan xwedî girîngiyeke mezin in, sererast kirin.

Sê dergehên girîng li El-Hemrat hatin sererastkirin
24 hezîran, 2018   09:49

REQA

Ji ber baran û lehiyên vê dema dawî gelek pireyên li gundewarê rojhilatê Reqayê hilweşiyan. Buroya Xizmetguzariyan a girêdayî Şaredariya Gel a devera El-Hemrat sê dergehên li ser geliyê Mingilan ên li Hemze Nasir sererast dike.

Evan her sê dergeh li ba welatiyên gundên rojhilatê Reqayê xwedî girîngiyeke mezin in û çûn û hatina di navbera Hemze Nasir a rojava û Hemze Nasir a rojhilat de peyda dike.

Girêdayî mijarê pîşekarê di Şaredariya Gel a devera El-Hemrat Elî Xelef ji ajansa me ANHA'yê re axivî  û wiha got: "me sê pireyên li ser gelî sererast kirin. Pira yekemîn Hemze Nasir a rojava bi Hemze Nasir a rojhilat ve girê dide. Pira duyemîn jî heman aliyan bi hevûdu ve birê dide. Pira sêyemîn jî devera başûr bi devera bakur ve girê dide."

Xelef diyar kir ku bi sererastkirina van her sê pireyan çûn û hatina welatiyan hêsan kiriye.

ANHA