Dewreyeke perwerdehiyê ji 25 mamosteyên Helebê re hate vekirin

Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk (KPC-D) li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dewreyeke perwerdehiyê ji 25 mamosteyan re da destpêkirin.

Dewreyeke perwerdehiyê ji 25 mamosteyên Helebê re hate vekirin
24 hezîran, 2018   09:55

HELEB

Di çarçoveya amadekariya vekirina dibistanan li gorî rêgezên netewa demokratîk de, Komîteya Perwerdehiya Civaka Demokratîk (KPC-D) li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê dewreyeke perwerdehiyê ji 25 mamosteyên zimanê kurdî re da destpêkirin.

Di vê dewreyê de mamoste dê waneyên fikrî yên girêdayî girîngiya perwerdehî û rêxistinê, civaka xwezayî, rêbaz û şêwazên danûstandinê, çand û exlaq, şerê taybet, dîroka jinan, jinolojiya, dîroka Sûriye û şoreşa Rojava, rihê hevaltiyê û rexne û rexnedayîn dê werbigirin.

Endama Rêveberiya KPC-D Solcan Ebdo diyar kir ku armanca wan ji vê dewreyê ew e ku mamosteyan di aliyê fikrî de amade bikin da ku karibin perwerdehiyên xwe li gorî netewa demokratîk bidin û civaka xwe bêtir pêş bixînin.

Dewre dê 17 rojan dom bike.

ANHA