Hêzên Yemenê nêzî bajarê El-Hudeyda bûne

Hêzên Yemenê nêzî navenda bajarê El-Hudeyda bûn û dest bi êrîşa li dijî navendên Hûsiyîn kir. El-Hûsiyîn jî hêzên xwe li herêmê zêde kir.

Hêzên Yemenê nêzî bajarê El-Hudeyda bûne
24 hezîran, 2018   09:46

NAVENDA NÛÇEYAN

Hêzên Yemenê yên piştgiriya xwe ji hêzên Koalîsyona Erebî ku Erebistana Siûdiyê serkêşiya wê dike, nêzî navenda bajarê El-Hudeyda bûne. Neteweyên Yekbûyî jî ji pêkhatina felaketa insanî bi fikar in. Hêzên Hûsiyîn jî hêza xwe li bajar zêde kirin.

Koalîsyona Erebî êrîşa xwe ya li ser bajarê El-Hudeyda ku li ser Derya SOr e ji 12'ê hizêranê ve daye destpêkirin. Armanca wan bi vê yekê ew ku piştgrirî û teqwiye ji ser Hûsiyîn ku Paytexta Yemenê Senai û piraniya bajarên Yemenê bi dest xistine, qut bikin.