Şaredariya Eyn Dîwar pirsgirêka avê çareser kir

Şaredariya Gel a Eyn Dîwar ji bîra gundê Zihêriyê re dînemo danî. Bîra avê bide 3 gundên herêma Beravê ya girêdayî bajarê Dêrikê herêma Cizîrê .

Şaredariya Eyn Dîwar pirsgirêka avê çareser kir
27 gulan, 2018   10:01

QAMIŞLO

Meclîsa bajaroka Eyn Dîwar bi hatina demsala havînê re û ji bo ku pirsgirêka avê çareser bike, dest bi amadekirina bîra duyemîn a li gundê Zihêriyê kir.

Gundê Zihêriyê yê girêdayî herêma Dêrikê dikeve ser sînorê Bakurê Kurdistanê. Di gund de zêdeyî 250 malbatên ji pêkhateyên Ereb û Kurd jiyan dikin.

Şêniyên gundê Zihêriyê ava vexwarinê ji bîrekê digrin. Ji ber vê yekê di demsala havînê de zehmetiyan dibînin.

Ji ber vê yekê û li ser xwesteka komînên gund Meclîsa bajaroka Eyn Dîwar dînemo ji bîra nû ya gund re anî.

Di vê çarçoveyê de Endamê Buroyê Rêveber a Meclîsa Şaredariya Gel a Eyn Dîwar Sadiq Hecî Yûnis got ku ji ber pêwîstiya pêkhateyên gund bi avê heye, wan dînemo li ser bîra gund siwar kirin.

(bx/dc)

ANHA