Lûtkeya Kîm û Trump dê şerê bi dehan salan bi dawî bike

Serokê Koriya Başûr Moon Jae-in destnîşan kir ku serokê Koriya Bakur Kim Jong-un hêvî dike ku ev lûtkeya dîrokî di navbera wî û serokê Emerîka Donald Trump de bibe sedema bidawîkirina şerê bi dehan salan.

Lûtkeya Kîm û Trump dê şerê bi dehan salan bi dawî bike
27 gulan, 2018   10:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Koriya Başûr Moon Jae-in ragihand ku serokê Koriya Bakur Kim Jong-Un di civîna xwe ya li herêma çek têde qedexe ya di navbera herdu welatan de hêvî dike ku ev lûtkeya dîrokî ya di navbera wî û serokê Emerîka Donald Trump de bibe sedema bidawîkirina şerê bi dehan salan.

Koriya Bakur ragihand ku serokê wê û serokê Koriya Başûr di civînekê de soz dane ku dê hevdîtinên xwe di paşerojê de dubare  bikin û got ku daxwaza Kîm a lûteya bi serokê Emerîka Trump re di meha bê de heye.

Trump roja pêncşemê betalkirina lûtkeya dîrokî ya di navbera wû û Kîm de li Sengafora di 12 Hizêranê de ragihand. Lê piştî kêmtirî 24 saetan Trump ragihand ku derfeta lidarxistina lûtkeyê hêjî heye.