Aliyên Lîbiyayê li Êlîzê li hev dicivin

Aliyên aloziya Lîbiyayê li koçka Êlîzê ya Fransayê bi sponseriya navnetewî li hev dicivin da ku çareseriyekê ji aloziya Lîbiyayê re peyda bikin.

Aliyên Lîbiyayê li Êlîzê li hev dicivin
27 gulan, 2018   09:57

NAVENDA NÛÇEYAN

Çavkaniyekî ji serokatiya Fransayê ragihand ku civîneke navnetewî dê roja sêşema li koçka Êlîzê bi sponseriya Netewên Yekbûyî ku têde hemû aliyên aloziya Lîbiyayê dê beşdar bibin, bê were lidarxsitin, da ku çareseriyekê ji aloziya Lîbiyayê re were peydakirin.

Çavkaniyan ragihandin ku serokê Fransa Emmanuel Macron dê pêşwaziya nûnerên hikûmeta Lîbiyayê û siyasetmedarên saziyên Lîbiyayê bike.

Rayedarên Lîbiyayê û aliyên navnetewî yên hatine vexwendin dê nexşeiya giştî ya siyasî diyar bikin da ku aloziya Lîbiyayê çareser bikin.

Hin çavkaniyên Lîbyayê jî diyar kirin ku ew dixwazin ev konferans heta piştî meha Remezana pîroz were derengxistin.