Taxa Yekemîn a Tebqayê.. dîrok û girîngiya wê

Bajarê Tebqayê yek ji bajarên Sûriyeyê yên nû ye û piştî avakirina Bendava Firatê li aliyê rastê yê çemê Firatê hate avakirin û di destpêkê avakirina bajêr de karker û karmendên bendavê têde bi cih bûn.

Taxa Yekemîn a Tebqayê.. dîrok û girîngiya wê
Taxa Yekemîn a Tebqayê.. dîrok û girîngiya wê
Taxa Yekemîn a Tebqayê.. dîrok û girîngiya wê
Taxa Yekemîn a Tebqayê.. dîrok û girîngiya wê
27 gulan, 2018   05:53

MIHEMED EL-EREB / TEBQA

Bajarê Tebqayê 55 km rojavayê bajarê Reqayê dikeve û 180 km rojhilatê bajarê Helebê dikeve. Bilindbûna wê ji ser rûyê deryayê 328 mître ye.

Bajar ji sê taxên sereke pêk tê û navendên civakî û xizmetguzarî têde hatine avakirin. Her wiha di bajêr de koçka çandî heye û ji şano, hol û pirtûkxaneyê pêk tê.

Yek ji taxên girîng ên bajêr taxa yekemîn e. taxa yekemîn deriyê bajarê Tebqa ji aliyê bakurrojhilat ve ye û têde gelek avahiyên bi 4 taqan hatine avakirin û her taqek ji du xaniyan pêk tê.

Taxa yekemîn li hemberî bendavê, navenda kehrebeyê, gola bendavê û keleha Cehber dikeve û vê yekê hişt ku xweşikbûna wê zêde bibe.

Di nava navendên civakî û xizmetguzarî de navendên tenduristî, werzîş û stadên cûda hene.

Di taxa yekemîn de her wiha bazara bajêr a herî girîng heye, nemaze di vê taxê de karmendên paya bilind ên dewletê bi cih bibûn. Di taxê de her wiha duyemîn mezintirîn mizgefta Musheb Bin Umêr heye.

Beşê navdar di taxê de (Dike) ye û rasterast li hemberî gola bendavê ye û li rex wê park hatiye avakirin û li vir gelek çalakiyên çandî hatin lidarxistin. Her wiha 5 hezar temaşeker dikarin cihê xwe di pêlekên şanogeha wê de bigirin.

Cihê taxa yekemîn hişt ku cihekî xwe di aliyê geştewariyê de bigire, nemaze gelek dar di vê taxê de hatine çandin û rengê taxê geş kiriye.

Di 11'ê sibata 2012'an de li vê taxê pevçûnên giran di navbera artêşa rêjîmê û çeteyên ku xwe bi Artêşa Azad bi nav dikirin de rû dan û di encamê de bajar ji destên rêjîmê hate derxistin.

Taxa yekemîn piştî wê demê veguherî baregeha çeteyên Artêşa Azad û têde navendên xwe vekirin, nemaze ji ber ku di taxa Yekemîn de gelek avahiyên giştî hene û hemû avahiyên xizmetguzariyê veguhertin navendên leşkerî. Ji ber vê yekê tax rastî gelek êrîşên ezmanî hat û bi hezaran top ji aliyê artêşa rêjîmê ve ku di balefirgeha Tebqa ya leşkerî de bi cih bibû, bi ser taxê de hatin. Di encama van hovîtiyan de tenê welatiyên sivîl dibûn qurbanî.

Piştî demekê çeteyên Cebhet El-Nusra cihê xwe di taxa Yekemîn de girtin û heta hatina çeteyên DAIŞ'ê têde man.

Di payîza 2014'an de şer û pevçûnên giran di navbera çeteyên Artêşa Azad û çeteyên DAIŞ'ê de rû dan û evan pevçûn nêzî hefteyekê dom kirin. Di encamê de bajar bi giştî kete bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê.

Piştî belavbûna radîkalbûnê, Tirkiyeyê sînorên xwe li pêşiya hatina çeteyan vekirin û ber bi Sûriyeyê ve şandin. Çeteyan bajarê Tebqayê weke navendeke sereke ji xwe re hilbijatin û ji ber cihê wê yê geştewariyê ji bo çeteyên biyanî weke seyrangeh dihat destgirtin. Di encamê de bi hezaran çeteyên ji dewletên cûda di taxê de hatin bicihkirin û ji ber vê yekê welatiyên Tebqayê ji taxa Yekemîn re digotin taxa Muhaciran.

Bi hatina hemleya Xezeba Firatê û destpêkirina rizgarkirina bajêr, çeteyan taxa Yekemîn bi tunel û bendan sînor kirin û veguherî xala dawî ya çeteyan di bajêr de. Bajarê Tebqayê bi temamî di 10'ê gulana sala borî de li ser destên şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk hate rizgarkirin.

Di encama hovîtiya çeteyan de ziyaneke mezin bi taxê bû, nemaze çeteyan gelek avahiyên giştî û binesaziyê hilweşandin. Di taxê de 18 avahî bi temamî hatine hilweşandin û ziyaneke mezin bi binesaziyê bûye.

Piştî ku bajar hate rizgarkirin û bermahiyên hilweşandî hatin paqijkirin, jiyana di taxê de dîsa hate vejandin û dukan û bazar hatin vekirin. Her wiha kehrebeya bajêr jî hate sererastkirin û piraniya welatiyên bajêr piştî ku neçarî koçberiyê bibûn vegeriyan malên xwe.

Şaredariya Gel a bajarê Tebqayê ji bo jinûve avakirinê pilaneke danî  û niha li gorî vê pilanê xebatên xwe berdewam dike.

ANHA