Dagirkeriya Tirk li Efrînê bêexlaqiyeke mezin dike

Endamên Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê diyar kirin ku destdirêjiya dagirkeriya Tirk û komên çete yên girêdayî wê li dijî jinên Efrînê bê exlaqiyeke mezin û qirêj e. Her wiha diyar kirin ku ew amade ne berxwedana xwe heta rizgarkirina Efrînê berdewam bikin.

Dagirkeriya Tirk li Efrînê bêexlaqiyeke mezin dike
27 gulan, 2018   05:08

ARŞÎN NECAR / HELEB

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê herêma Efrînê dagir kirin, hemû cûreyên tundiyê li dijî welatiyan û bi taybet li dijî jinan berdewam dikin û destdirêjiyên xwe didomînin û senaryoyên çeteyên DAIŞ'ê yên di derheqê jinên Şengalê de li Efrînê dubare dikin. Komên çete yên li Efrînê jinan neçar dikin ku reş li xwe bikin û ser çavên xwe bipêçin.

Endamên Kongra Star a taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê di derbavê van destdirêjiyan de ji ajansa me ANHA'yê re axivîn.

Endama bi navê Hemîde Dewadxa destdirêjiyên dagirkeran li dijî jinan bi tundî şermezar kir û wiha got: "Jinên Efrînê rojane rastî revandin, destdirêjî, îşkence û kuştinê tên." Hemîde diyar kir ku dagirkeriya Tirkiyeyê bi van destdirêjiyên xwe nikare vîna jinan bişkîne û wiha domand: "rûmeta me berxwedan û axa me ye."

Endama bi navê Emel Horî behsa heman mijarê kir û bu tundî şermezar kir û got ku evan kiryarên komên çete yên li Efrînê şerekî taybet li dijî jinan e û evan dagirker hewl didin serê jinan bitewînin û wiha anî ziman: "Bazarên jinan li Reqayê di serdema DAIŞ'ê de her kes nas dike û niha çeteyên li Efrînê heman rêbazên DAIŞ'ê li Efrînê didin meşandin û hewl didin vîna jinan bişkînin."

Di derbarê berxwedana jinan a li Efrînê de Emel Horî got ku çalakiyên fedayî yên şervanên jin ên weke Şehîd Avesta Xabûr li Efrîn û Arîn Mîrkan li Kobanê bersiva vîna jinan li hemberî çeteyan e û wiha domand: "Em weke endamên Kongra Star ji bo rizgarkirina Efrînê ji her tiştî re amade ne."

Dubarekirina buyerên Şengal û Reqa li Efrînê nayê qebûlkirin

Asya Mihemed got ku dagirkeriya Tirkiyeyê ji destpêkê ve komkujiyan di derheqê jinan de pêk tîne û wiha got: "Em ti carî qebûl nakin ku buyerên li Şengal û Reqayê li Efrînê bêne dubarekirin. Em ê berxwedana xwe berdewam bikin û jinên Efrînê rizgar bikin."

Cîhan Hesen behsa êşa jinên Efrîn kir û wiha anî ziman: "Divê her kes nas bike ku em dest ji Efrînê bernadin û em ê Efrînê ji dagirkeran ku ti girêdana wan bi îslamiyetê re tune ye rizgar bikin. Em weke jinên taxa Şêxmeqsûd em ê berxwedana xwe berdewam bikin. Evan kiryarên li Efrînê nûnertiya exlaqê çeteyan dikin."

(jh)

ANHA