KPC, dê têra herêmê genim depo bike

Companiya Pêşxistina Çandiniya Civakî  (KPC) ya kirîn û firotina genim diyar kir ku ji bo îsal nih 100 hezar ton genim di destê wan de heye. Her wiha plan dike ku 250 hezar tonên din  jî bikirin. Di çarçoveya tedbîrên salê de, ew ê  jî bo 6 mehan ard bikirin.

KPC, dê têra herêmê genim depo bike
27 gulan, 2018   05:59

BÊRÎTAN MEDUSA – NÛRÎ OMER

Komîteya Kirîna Genim a Campaniya Pêşxitsina Çandiniya Civakî (KPC) li ser kirîn, firotin, nirxê genim û çiwalan, belavkirina genim û fatureyên cotkaran agahî da ajansa me.

Endamê Komîtiya Kirîna Genim Selman Abdulwehab Oso diyar kir ku îsal barana kêm bandorek neynî li ser mewsimê kir û wiha aixvî: “Mewsima bejî ji sedî 10 tenê filitî, ji sedê 90 şîn nebû. Ji sedê 10 jî yê herêma Dêrikê ye. Rewşa zeviyên avî baş e. Lê barana ku di meha biharê de barî bandorek neyinî li zeviyên avî jî kir. Ji ber ba û baran xurt genim zirar dît. Lê ev  zirar ne pir e. Ev bû sedem ku tirs kete nava gel.”

 ‘Bila gel netirse, genim ji bo îsal di destê me de heye’

Selman destnîşan kir ku gel di derbarê nebûna genim û ard de ditirse û wiha dom kir: "Bila dilê gel rihet be. Em niha ji bo kirîna genim xwe amede dikin. 100 hezar ton genimê par di depoyên me de maye. Di plana me de heye ku em îsal 250 hezar ton genim ji gel bikirin. Ev têra îsal heye û zêde ye jî. Eger salek din baran dîsa kêm were me tedbîr girtine. Em ê ji bo 6 meh ard bikirin û ji bo 6 mehên din jî genim ji gel bikirin. Bila gel di aliyê aşan de netirse, genimê îsal têra aşan heye û gel bê ard namîne.”

‘Cihên me yên depokirina genim fireh e'

Selman agahî di derbarê depoyên genim de da û diyar kir ku dê îsal peydakirina genim hêsan be, dê hem bi çewal hem jî bi dogma ji gel bigirin. Selman destnîşan kir ku li Bakurê Sûriye yê bi giştî 18 depoyên wan hene, dê li hemû navnedan dogma û çiwal bên kirîn û wiha pê de çû: “9 depoyên genim li herêma Cizîrê, 3 li Dêrikê, yek li Dirbesiyê, yek li Tirbespiyê, yek li Amûdê, yek li Qamişlo, yek li Hesekê û yek jî  li Serêkaniyê ye. Li herêmên Reqa û Firatê jî 9 navendên me hene, em ê hem dogma hem jî çewalan bigirin. Li Raqa 3, li Kobanê 3, yek li Minbic, li Eyn Îsa yek, li Girê Spî jî depoyek heye.”  

‘Dê îsal genim 175, çewal 650 lîreyên Sûriyê be'

Selman li ser fiyetê (buhayê) genim jî agahî dan û destnîşan kir ku par fiyetê genim 138 lîreyên Sûriyê bû, dê îsal bi 175 lîreyan be û gotinên xwe wiha berdewam kir: “Par mazot ji îsal buhatir bû, îsal hem mazot erzantir hem jî fiyetê genim hat rakirin. Dê îsal fiyetê çiwalan jî 650 bê hesabkirin.”

 ‘Dê cotkar fatoreyên xwe ji navenda firotina genim bigire’

Selman da zanîn ku dê fatoreyên gel jî rojane bên amedekirin û herî zêde 15 roj dereg bimînin û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Emê hewilbidin bi pereyê Sûriye yê genim belav bikin, lê eger pirsgirêk derket em neçarin bi dolar bikirin. Cotkar dê fatûreyên xwe ji navendên ku genimê xwe birinê bigire. Em hêvîdarin ku gel genimê xwe bîne navendên me.”

(dc)

ANHA