Komîteya Perwedeyê ya Tebqayê pîlana sala were diyar kir

Endamê Rêveber  Rêveberiya Giştî ya Komîteya Perwedeyê diyar kir ku ezmûnên wan ên sala derbasbûyî beş derbas bûn û pîlana sala nû ya perwedeyê li Tebqayê eşkere kir.

Komîteya Perwedeyê ya Tebqayê pîlana sala were diyar kir
Komîteya Perwedeyê ya Tebqayê pîlana sala were diyar kir
Komîteya Perwedeyê ya Tebqayê pîlana sala were diyar kir
25 gulan, 2018   08:01

UDEY EL-EHMED/TEBQA

Komîteya Perwedeyê ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Herêma Tebqayê  bernameya xwe ya werza duyemîn a sala xwendinê ku zêdeyî 50 hezar xwendekarên di 189 dibistaên Tebqa û gundên wê de dixwendin eşkere kir. Ev ezmûna ku ji beriya zêdeyî 7 salan ev yekem care li herêma Tebqayê tê lidarxistin pir girînge.

Endamê Rêveber ê Dibistanan di Komîteya Perwedeyê Ehmed El-Ebo derbarê mijarê de ji ajansa me re axivî û got ku sala xwendinê erênî derbas bû û wiha dom kir: "Sala xwendinê li gorî pîlana ku amadekarî jê re hatibû kirin, pêk hat. Tu pirsgirêk di sala xwendinê de derneket. Vekirina dibistanan gaveke pir girîng bû. Di ezmûnên dawî de hin cûdahî di asta perwerdeyê de diyar bû. Di demeke kurt de gavên baş hatin avêtin."

El-Ebû di berdewama axaftina xwe de jî got ku komîteya wan pîlana nû sala xwendinê amade kirine û wiha dom kir: "Dê sala nû ya xwendinê di 1'ê îlonê de destpê bike. Di dema havînê û beriya dibistan were vekirin, dê dewreyên perwedyeê ji mamosteyan re werin vekirin. Di van perwedeyan de wê li ser asta fikirî û derbarê metreyalan de werin dayîn."

Ji bo perwedekirina mamosteyan jî dê sê navendên perwedeyê werin kirin. Yek li Dibistana Umer El-Muxtar, yek li Dibistana Fayîz El-Menûsr û Yek li Dibistana Qurtiba ye. Derdora 690 mamoste dê di wan navendan de werin perwedekirin.

(dc)

ANHA