Di rojnameyên ereban ên vê sibê de çi heye?

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên îro de bal kişandin ser bombebarana bargehên hêzên rêjîma Sûriyê û hêzên Îranê yên li Sûriyê, hêzên rêjîmê hêza xwe ya leşkerî li Derayê zêde dike, hêzên QSD'ê berê xwe didin bargehên dawî yên DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê, her wiha bal kişand ser rewşa Îraq û Lubanê jî.

Di rojnameyên ereban ên vê sibê de çi heye?
25 gulan, 2018   07:43

NAVENDA NÛEYAN

Rojnameyên ereban di nivîsên xwe yên vê sibê de jî herî zêde bal kişandin ser rewşa li Sûriyê. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Sûriyê sernavê"Balafirgeha Leşkerî û çekdarên Îranê li Sûriyê hatin bombebarankirin" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku saziyên çapemeniyê yên rêjîma Sûriyê gotin ku balafirgeha El-Deba ya leşkerî ku li nêzî bajarê Humsie duh bi fûzayan hate topbarankirin.

Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê de sernavê "Bombeyên nayên zanîn ji kur in rêjîma Sûriyê û hevkariyên wê serûbinê hev dikin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku ragîhandina rêjîma Sûriyê û Hizb El-Abh a Lubanê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ'ê bi bombebarana bargehên wan ên leşkerî li rojhilatê Sûriyê tewam bar kir. Di bombebarana behsa mijarê de 12 çekdar hatin kuştin."

Rojnameyê da zanîn ku çavdêrên rewşa li Sûriyê dişopîn in diyar dikin ku şîlûbûn di rewşê de çbûye û da zanîn ku bi taybet di demên dawî de ev çend car in bargehên rêjîmê û çekdarên biser Îranê ve têne bombebarankirin."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê rewşa Sûriyê de sernavê "Zextên Îsraîlê li ser Amarîka zêde bûye da ku Golan wekî beşek Îsraîlê qebûl bike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de diyar kir ku piştî Amarîka bi Qudis Qebûl kir û sefareta xwe bir wir, niha Îsraîl zextê li Amarîka dike da ku Girê Gloan ên Sûriyê ku ji aliyê Îsraîlê ve hatine dagirkirin, wekî xaka Îsraîlê qebûl bike."

Rojnameya El-Heyat jî derbarê rewşa Sûriyê de sernavê "Mosko ji bo lihevkirinê ecele dike… Şam jî erênî bersiv dide" avêt. Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê rêbazên çareseriyê sernavê "Bogdanov behsa pêkanîna Şamê dike" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku rêjîma Sûriyê dê îro yan sibe lîsteya nûnerên xwe yên di komîteya destûr de radestî nûnerê NY bike û wiha dom kir: "Ev li gorî encamên civîna Stçî ku di dawiya meha çile de hate lidarxistin."

Li ser rewşa meydanî ya Sûriyê jî rojnameya El-Heyat sernavê "Bagera Cizîrê ber bi bargeha dawî ya DAIŞ'ê li rojhilatê Firatê ve diçe" avêt. Rojnameyê li ser zimanê Berdevka Fermî ya Hemleya Bagera Cizîrê Lîlwa El-Ebdulah destnîşan kir ku çalakiyên wan ên leşkerî li rojhilatê Firatê ji bo têkbirina DAIŞ'ê didome û wiha dom kir: "Lîlwa got ku tê payn ku em di demeke nêzîk de agahiya rizgarkirina tevaî Bakurê Sûriyê ji we re ragihîn in."

Rêjîma Sûriyê hebûna xwe li Dera zêde dike

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset rewşa Dera sernavê "Rêjîma Sûriyê hebûna xwe li Dera zêde dike" avêt. Rojnameya El-Heyat jî derbarê mijarê sernavê "Rêjîma Sûriyê û Rûsiya şerê başûrê Sûriyê vedikin û bahesa dawîkirina herêmên kêmkirina şer dikin" avêt.Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku rêjîma Sûriyê û Rûsiya şerê başûr vedikin û destnîşan kir ku rêjîm hêza xwe ya li başûrê Dera zêde dike.

Îraq

Rojnameyên ereban derbarê rewşa Îraqê de jî nivîsên cûrbecûr weşandin.Rojnameya El-Heyat derbarê mijarê de sernavê "El-Sedir şêrir û koalîsyonên dawî ji lêvegerê re pêşkêş dike" avêt. Rojnameya El-Ereb jî derbarê mijarê sernavê "El-Sedir xwe bi lêvegera Şîîa Sîstanê beranberî xeta Îranê diparêze" avêt.

Rojnameyê got ku El-Sedir ku rêberiya lîsteya Saîrûn dike di hilbijartinên Îraqê de rêza yekem bi dest xistiye û wiha dom kir: "Piştî hilbijartinan li Bexdayê dest bi rêze şêwirên ji bo damezirandina hikûmetê kir. Piştî wê jî vegeriya bargeha xwe ya li Kûfa ya bajarê Necef a Îraqê.Li vir tê payîn ku encamên şêwirên lidar xistin bi lêvegera Şîa El-Sîstanî re parve bike."

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê mijarê sernavê "Hikûmeta Îraqê komîteya lêpirsînê derbarê sexteyên di hilbijartian de ava kir" Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku hikûmeta Îraqê komîteya lêkolînê ya lêpirsîna hilbijartinan ava kir.

Lubanê

Derbarê rewşa Lubanê jî rojnameyan nivsên cûda weşandin. Rojnameya El-Ereb derbarê mijarê de sernavê "El-Herîrî li ser serê hikûmet ya Lubanê ye, beranberî pirsgirêka Hizb El-Ah e" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de got ku Lêvegerekî siyasî yên Lubanê xwedî têkî diyar kir ku Seed El-Herîrî ji bo avakirina hikûmeta nû ya Lubanê hatiye erkdarkirin û wiha dom kir: "Ev ne tiştekî ku mirov matmayî bihêle. Tevî ku koma Teyar El-Mustqbel a El-Herîrî paş ketiye, Hzib El-Aah û hevkarên xwe piraniya dengan wergirtine jî."

Filistîn

Rojnameyê derbarê rewşa Filistînê jî sernavê "76 enamên demokrasîxwaz ên Kongrirsê ji Nitînyaho xwestin siyasta hilweşandina malan ibtal bike" avêt.

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê rewşa Yemenê sernavê "Seqterê bi bahozê herêmek ruxyayî hate ragîhanin… Oman di rewşa awerte de ye" avêt.

(dc)