'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'

Şêniyên bajarê Qamişlo û navçeyên Tirbespiyê û Dêrikê yên Kantona Qamişlo bi boneya 18'ê Gulanê roja Şehîdan şehîdên azadiyê bibîr anîn û soz dan ku ew ê bi rihê berxwedan û tekoşîna şehîdan xebata xwe bidomîn in.

'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
'Em ê şopdarên riya şehîdên xwe bin'
18 gulan, 2018   11:35

QAMIŞLO

Bi boneya 18'ê Gulanê roja Şehîdan, melcîsa Malbatên Şehîdan li bajarê Qamişlo li goristana Şehîdan a Delîl Sarûxan, merasîmek li dar xist. Goristana Şehîdan bi posterên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan, şehîdên azadiyê û alên YPG/YPJ'ê hate xemilandin.

Berdevkê Fermî yê YPG'ê Nûrî Mehmûd jî di nav de bi sedan malbatên şehîdan û şervanên YPG, YPJ û QSD'ê jî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîm bi rêzgirtina leşkerî hate destpêkirin, paşê Endamê Melcîa Malbatên Şehîdan Fedekar Qamişlo axivî û got ku ev 41 sal di ser berxwedana fermandar û tekoşer Heqî Qerar û hevalên wî re derbas bûye û wiha dom kir: "Tekoşer Heqî Qerar û hevalên xwe ji bo azadiya gelê kurd û xelaskirina wan ji dagirkeran, serî hildan û tekoşîn dane meşandin."

Di merasîmê de her wiha Berdevkê YPG'ê Nûrî Mehmûd jî axivî û sozz da ku ji bo pêkanîna azadî û demokrasiyê ew ê riya şehîdan heta dawî bidomîn in.

Piştî axaftinan merasîm bi dawî bû.

 TIRBESPIYÊ

LI navçeya Tirbespiyê jî bi dehan welatiyên navçeyê û şervanên YPG/YPJ bi heman armancê li goristana Şehîd Dilşêr a li gundê Dugirê merasîm lidar xistin.

Merasîm bi rêzgirtinê destpê kir. Paşê şervanan rêzgirtina leşkerî lidar xist.Paşê Endamê Fermandariya YPG'ê Amed Ararat, Endamê Melcîsa Malbatên Şehîdan Mihemed Zekî û Endamê Rêveber ê TEV-DEM'ê axivîn. Di axaftinan de hemû şehîdên azadiyê hatin bibîranîn  û soza şopandina riya şehîdan hate dayîn.

Di axaftinan de her wiha ji Konseya Ewlekariyê ya navdewletî û NY hate xwestin ku sînorekî ji dagirkeriya Tirkiyê û kiryarên wê yên li dijî gelê Efrînê re dîn in.

Mewrasîm bi diruşmeyan bi dawî bû.

DÊRIK

Li Dêrikê Endamên Rêveberiya Xweser û nûnerên saziyên Rêveberiya Xweser û Fedraliya Bakurê Sûriyê jî di nav de bi sedan şêniyên herêma Girkê Legê û Dêrikê bi heman armancê li ber navenda Meclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê kom bûn. Ji vir jî girseyê berê xwe dan goristana Şehîd Xebat Dêrik.

Li vir merasîm hate lidarxistin. Mersîm bi rêzgirtina leşkerî destpê kir, paşê Endamê Fermanderiya YPG Wehab Serxwebûn axivî û berxwedan û tekoşîna şehîdan bibîr xist û wiha got: "Şehîdê me di rêza yekem de ne, em soz didin ku em ê heta dawî şopdarên riya şehîdên xwe bin."

Di merasîmê de her wiha Endamê MEclîsa Malbatên Şehîdan a Dêrikê Heqî Dêrik jî axivî û got ku li ser xaka Bakurê Sûriyê hêza gelê herêmê mezin bûye  û wiha dom kir: "Bi tekoşîna gelê herêmê û berxwedana hatiye meşandin, gelê herêmê destkeftiyên mezin bi dest xistine."

Piştî axaftin bi dawî bûn, girseya gel gul danîn ser gorên şehîdan û bi diruşmeyan dawî li merasîmê anîn.

(dc)

ANHA