'Ji bo çareseriyê emê hewl bidin bi her kesî re bicivin'

Serokê Partiya Sûriyaya Pêşerojê Îbrehîm El-Qeftan diyar kir ku ew ji bo çareserkirina aloziya Sûriyê amade ne bi kîjan aliyan re be, li gorî fikrê avakirina Sûriyaya Demokratîk û pireng re hevdîtinan destpê bikin.

'Ji bo çareseriyê emê hewl bidin bi her kesî re bicivin'
'Ji bo çareseriyê emê hewl bidin bi her kesî re bicivin'
'Ji bo çareseriyê emê hewl bidin bi her kesî re bicivin'
18 gulan, 2018   11:53

KOBANÊ

Partiya Sûriyaya Pêşerojê bi armanca pênasekirina partiyê û nerîna wê ya siyasî li navçeya Sirînê civîna gel lidar xist.Di civînê de armancên partiyê hate ravekirin. Hevserokê Partiya Sûriyaya Pêşerojê Îbrehîm El-Qeftan, Endamên Pariyê yên herêma Firatê û bi dehan welatiyên navçeyê beşdarî civînê bûn.

Civîn bi rêzgirtinê destpê kir, paşê Serokê Partiya Sûriyaya Pêşerojê Îbrehîm El-Qeftan axivî û got ku dema aloziya Sûriyê destpê kir, hin aliyên opozisyonê yên çekdar wekî Artêşa Azad bê pername bûn û wiha dom kir: "Tu bernameyên wan ji bo Sûriyaya pêşerojê nîn bû. vê yekê alozî hîn kûrtir kir."

El-Qeftan her wiha da zanîn ku çareseriya aloziya Sûriyê ew ku bernameyek ji bo Sûriyaya pêşerojê pêwîste û wiha dom kir: "Divê bernameyê de divê yekîtiya xaka Sûriyê li ser esasê ne navendîbûnê were parastin. Îro hemû hewl didin ku çareseriyê dînin, lê pirsa xwe beriz dike ew e gelo wê çareseriyên wan li gorî berjewendiyên gelê Sûriyê be."

Paşê beşdaran pirsên xwe derbarê partiyê û aramcnên wê kirin. El-Qeftan bersiva pirsên wan da û got ku wê bîroyên partiyên li hemû herêmên Sûriyê werin vekirin û da zanîn ku pirojeya wan çareserkirina aloziya Sûriyê û rizgarkirina gelê wê ye.

(dc)

ANHA