Komîteya Çandiniyê beşê parastina keskahiyê pêş xist

Mudîriyeta Çandiniyê ya komîteya Aborî ya Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Tebqayê di demên dawî de beşê parstina herêmên kesek û cihên çandiniyê pêşxist.

Komîteya Çandiniyê beşê parastina keskahiyê pêş xist
Komîteya Çandiniyê beşê parastina keskahiyê pêş xist
Komîteya Çandiniyê beşê parastina keskahiyê pêş xist
18 gulan, 2018   10:51

TEBQA

Beşê Parstina Keskahiyê dê hemû keskahiyên li herêma Tebqayê kontorl bike, wê cûreyên nexweşiyên di zeviyan de çêdibin, tesbît bikin, li gorî wê jî wê şîret li cotkaran were kirin da ku baş li zeviyên xwe binerin.

JI nexweşiyên li herêmê diyar bûne jî beşê dermankirin, zenga ku ji ber germahî û şilahiyê di genim û ceh de çêdibe ye. Di heman demê de nexweşiya ku di genim de çêdibe û heba genim pûç dike heye.

Ji nexweşiyên ku di berhemên çandiniyê de pêk tên, nexweşiyên  wekî din jî hene. Pêwîstiya hemû nexweşiyan bi deramkirinê heye.

Pêwîstiya zeviyan bi dermankirinê heye.

(dc)

ANHA