Di rojnameyên ereban de îro çi heye

Rojnameyên erebî di rûpelên xwe yên îro de diyar kirin ku Rûsiya di nava hewldanan de ye ku itîfaqên Cinêv ên derbarê Sûriyê de derbe bikin, her wiha Astana wekî anternatîf destnîşan bike, her wiha mijarên hilbijartinên Îraqê jî wekî rojeveke serke derkete pêş, di heman demê de reşa Lubanê wekî mijarek sereke derkete pêş.

Di rojnameyên ereban de îro çi heye
18 gulan, 2018   06:56

NAVENDA NÛÇEYAN

Rojnameyên ereban di rûpelên xwe yên îro de gelek mijarên girîng ên derbarê Sûriyê de wekî mijareke serke girtin dest. Di heman demê de Îraq û Lubanê piştî hilbijartinên hatin lidarxistin, jî wekî mijarên sereke hatin destgirtin.

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa Sûriyê de sernavê "Rûsiya Tirkiyê ber bi dijberiya li dijî danûstendinê Cinêv a derbarê Sûriyê de, dibe" avêt. Rojnameyê got ku Wezîrê karê Derve yê Tirkiyê Mewlûd Çawûş Oglo roja pêncşemê got ku derfet heye ku li şûna danûstendinên Cinêv ên derbarê SÛriyê de rêyek din were dîtin û wiha dom kir: "Ev serkeftina Rûsiya ya derbekirina rola NY'yî ya derbarê rewşa Sûriyê de nîşan dide.Rûsiya kar dike ku riyeke din ji bo çareserkirina şerê li Sûriyê digere, bi vê yekê jî dixwaze berjewendiyên wê û nerîna xwe ya siyasî biparêze. Li aliyê Rûsiya Îran û Tirkiyê jî heye."

Îranî li Ebûkemal emlakan dikire

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset jî derbarê reşwa li Sûriyê sernavê "Rêxistineke Îranî emlakan li Ebû Kemal dikir e" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Serdana Wezîrê Riyan û Avakirinê yê Îranê ya ji SÛryiê de di dema ku Rêxistina Cîhad El-Bînai a Îranê buroya xwe li bajarê Ebûkeml a Dêrazorê vekiriye û dest bi kirîna emlakan kiriye.

Îraq

Derbarê rewşa Îraqê de jî rojnameya El-Ereb sernavê "Ên di hilbijartina Îraqê de têk çûn, hewl didin encamên hilbijartinan ibtal bikin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de ev tişt anî ziman: "Aliyên siyasî yên Îraqê ku di hilbijartinên dawî de têk çûn hewil didin ku derfeta binpêkirina di hilbijartinan de bikar bînin in, da ku encamên hilbijartinan ibtal bikin. Ji bo vê yekê şaştiyên hatin kirin, mezin dikin."

Rojnameya El-Heyat jî li ser hilbijartinên Îraqê sernavê "El-Ehkîm û El-Sedir, derfeta komên mezin mezin dike" avêt. Di rojnameyê de hate gotin ku hêzên siyasî yên Îraqê ku nakokiyên wan zêde bûne bûne mijara nîqaşê. Maratona koalîsyona Şîa Şîa ya ji bo avakirina hikûmetê beriya civîna perlemantoya nû, da ku ji bo avakirina hikûmetê were erkdarkirin, bû sedema ku herdû rêberê Şîa Muqteda El-Sedir û Emar El-Hekîm bi hev re civiyan. Dibe ku civîna wan encama hilbijartinan ber bi aloziyek rastîn ve bibe."

Luban

Li ser rewşa Lubnanê rojnameya El-Şeriq El-Ewset sernavê "Lubnan piştî cezaya li ser Hizb El-Ah ber bi rewşeke aloztir ve diçe"avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de diyar kir ku civaka Lubanê û hemû aliyên wê yên siyasî bandora cezakirina Huzib El-Ah ku ji aliyê dewletên Kendava Ereb û DYA ve pêk hat, dişopîn in. "

Yemen

Rojnameya El-Ereb derbarê rewşa Yemenê sernavê "Partiya Kongrê şirketên Hûsiyîn li Senayî cemidandin" avêt. Rojnameyê got ku têkiliya di navbera rêveberên Kongreya Gel a Giştî li Sena û Hûsiyîn ketiye pêngaveke xeter û wiha dom kir: "Bi taybet piştî Serokê Berê yê Yemenê Elî Ebdulah Salih û Sekreterê Giştî yê Partiyê Arif El-Zoka hatin kuştin."

Filistîn

Rojnameya El-Şeriq El-Ewset derbarê rewşa Filistînê sernavê "Aliyên ereb doza lêpirsîna navdewletî derbarê bûyerên Xezayê dikin" avêt. Rojnameyê di nivîsa xwe de bibîr xist ku Meclîsa Wezîrên ereb di cîvîna xwe ya li duh li Qahîra hate lidarxistin û wiha dewam kir: "Sekreteriya Giştî ya Yekîtiya Ereban pîlanek amade kiriye ku li beranberî biryara DYA derkevin."

Rojnameya El-Ereb derbarê biryara cezakirina Îranê sernavê "Şirketên mezin helwesta xwe ya li dijî Îranê ji hikûmetên Ewropa zêdetir diyar dikin" avêt. Rojnameyê diyar kir ku şirketên mezin ên Ewropa destnîşan kirin ku ew ê gengeşia derbarê biryara cezakirina Îranê nîşan bidin.

(dc)