Malbata kerr û kêşeya peydakirina kar

Malbata Yasîn Ebdilxelîl ku di kampa Eyn Îsa a koçberan de bi cih dibe her ku endamên wê mezin dibin kerr dibin û di encamê de nikarin karekî ji xwe re peyda bikin û debara jiyana peyda bikin.

Malbata kerr û kêşeya peydakirina kar
18 gulan, 2018   06:58

MIHEMED EL-EHMED / GIRÊ SPÎ

Malbata Yasîn Ebdilxelîl a ji gundewarê Dêrazorê piştî ku şer û pevçûn di navbera Hêzên rêjîma Sûriyeyê û çeteyên DAIŞ'ê de giran bûn, neçar ma koçberî herêma Reqayê bibe û di kampa koçberan a Eyn Îsa de bi cih bibe.

Yasîn 60 salî ye û malbata wî ji 9 endaman pêk tê û ev 8 meh in di kampê de bi cih bûne.

Endamên malbata Yasîn her mezin dibin kerr dibin û niha 6 endamên malbatê kerr in û du zarokên wan eger neyên dermankirinê dê li hemberî heman nexweşiyê rû bi rû bimînin. Li rex hovîtiya çeteyên DAIŞ'ê ev nexweşiya malbatê jî barê wan girantir kir û derfeta peydakirina karekî ji wan re dijwartir bûye.

Malbat danûnstandina hevûdu bi nîşanan dikin. Yasîn di hevdîtinekê de bi ANHA'yê re diyar kir ku wan her tiştên xwe li pey xwe hiştin û ji ber nexweşiyê ti alî wan naxebitînin. Yasîn bang li rêxistinên mirovahiyê kir ku alîkariya malbata wî bikin da ku karibin debara jiyana xwe peyda bikin.

ANHA