Jiyana komînal li Şêxmeqsûd jiyana ciwanekî parast

Jiyana komînal li taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê jiyana ciwanê bi navê Derwîş Çawîş ku ji ber qezayeke trafîkê ji ser hişê xwe çûbû, rizgar bû.

Jiyana komînal li Şêxmeqsûd jiyana ciwanekî parast
Jiyana komînal li Şêxmeqsûd jiyana ciwanekî parast
Jiyana komînal li Şêxmeqsûd jiyana ciwanekî parast
Jiyana komînal li Şêxmeqsûd jiyana ciwanekî parast
18 gulan, 2018   06:11

ROZANA DEDO / HELEB

Sîstema komînan mînaka jiyana hevbeş e. Bi saya hevkariya di navbera komîteyên wan de welatî dikarin alîkariya hevûdu bikin û pêdiviyên xwe peyda bikin. Her wiha dikarin alîkariya malbatên xizan bikin û şîn û şahiyan bi hevûdu re parve bikin û pirsgirêkên hemû malbatan çareser bikin.

Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê bi jiyana xwe ya komînan û bi rengîniya çand û pêkhateyên xwe navdar e. Yek ji komînên taxê komîna Şehîd Ferzende ye ku ji 400 malbat pêk tê û hemû endamên wê erk û peywirên xwe bi rêk û pêk bi cih tînin.

Ciwanê bi navê Derwîş Çawîş ê 17 salî beriya salekê û 4 mehan li bajarê Efrînê rastî qezayeke trafîkê hat û di encamê de ji ser hişê xwe çû. Li gorî bijîşkan di wê demê de ku rewşa wî ku vegere ser hişê xwe ne diyar e û pêdiviya wî bi çavdêriyeke taybet heye.

Ji ber rewşa awarte ya Çawîş pêdiviya peydakirina kehrebe û isfinceke taybet hebû, nemaze ji ber ku her tim li ser pişta xwe dirêjkirî ye.

Piştî ku artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên girêdayî wê êrîşî herêma Efrînê kirin malbata Çawîş neçar ma ciwanê xwe veguhêzin taxa Şêxmeqsûd û li vir îlaca ciwanê xwe berdewam bikin.

Komîna taxê alîkarî pêşkêş kir

Li ser rêgeza jiyana komînal û hevbeş komîna Şehîd Ferzende bi aliyên têklîdar re peywendiyên xwe kirin da ku kehrebeyê 24 saetan ji Derwîş Çawîş re peyda bike. Di derbarê mijarê de Nîdal Çawîş bavê Derwîş Çawîş spasiya hemû endamên komînê kir.

Hevseroka komîna Şehîd Robar Qamişlo Nêrgiz Bekir diyar kir ku erka wan pêşxistina jiyana komînal e û çareserkirina hemû pirsgirêkên welatiyan e û dê bi hemû hêza xwe hewl bidin hemû pêdiviyên welatiyan peyda bikin.

Nêrgiz got ku kar û xebatên komînan ne tenê birêxistinkirina welatiyan e lê belê pêşxistina jiyana hevbeş di hemû aliyan de ye.

ANHA