Serdema tarî li bajarê Zîban qediya

Bi rizgarkirina bajarê Zîban ê li rexê rojhilatê Çemê Firatê re serdama tarî diqede û jiyan asayî dibe û tevgera welatiyan di nav baraz de geş dibe.

Serdema tarî li bajarê Zîban qediya
Serdema tarî li bajarê Zîban qediya
Serdema tarî li bajarê Zîban qediya
Serdema tarî li bajarê Zîban qediya
Serdema tarî li bajarê Zîban qediya
Serdema tarî li bajarê Zîban qediya
18 gulan, 2018   06:25

EMAR XELEF – AZAD SEFO / DÊRAZOR

Hêzên Sûriyaye Demokratîk di çarçoveya Pêngava Bagera Cizîrê ya li dijî çeteyên DAIŞ li rexê rojhilatê Çemê Firatê de bajarê Zubyan ku yek ji bargehên çeteyan li herêmê dihate dîtin, rizgar kirin.

Piştî rizgarkirinê jiyana asayî li bajer serwer bû, şênî dukanên xwe vekirin û tevgera li bazaran geş kirin.

Ela Ehmed yek ji şêniyên bajar e dibêje, "Piştî bajar ji DAIŞ hate rizgarkirin û me dukanên xwe vekirin û jiyan li bajêr êdî asayî dibe."

Ji aliyê xwe ve Ehmed El-Elî diyar kir çeteyên DAIŞ zulm û zor li wan dikir.

Ela Ehmed El-Hisên jî bang li şêniyên bajêr ên di kampa de û herêmê derdorê kir bila vegerin warê xwe û jiyanê geş bikin.

(bb)

ANHA