'Gelê azadîxwaz dê her dem ji bo azadiya Ocalan têbikoş in'

Welatiyên navçeya Girkê Legê diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ti carî bandorê li girêdana gel bi fikra Ocalan re nake û destnîşan kirin ku armancgirtina Ocalan armancgirtina demokrasiyê û têkoşîna gelan e. Welatiyan her wiha destnîşan kirin ku gelê azadîxwaz dê her dem ji bo azadiya Ocalan têbikoş in.

'Gelê azadîxwaz dê her dem ji bo azadiya Ocalan têbikoş in'
18 gulan, 2018   07:19

RAPERÎN TEHLO / QAMIŞLO

Bi dijwarbûna tundiya li dijî gelên cûhanê û bi taybet gelê Sûriyeyê û paşketina dozên gelan li hemberî dewletên sermiyadar û netewdewletan, girêdana gelan bi fikr û hemçarenûsa gelan û jiyana hevbeş ve zêde dibe da ku ji bin vê tundî, kuştin û şeran rizgar bibin.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di van salên borî de her tim rêbertiya gelên blindest dikir. Nêrînên wî yên di derbarê çarenûsa gelên blindest û jiyana hevbeş de weke rêbaza tekane ya çareseriya aloziyan, hişt ku çanda jiyana hevbeş xurttir bibe û li herêmên Rojava û Bakurê Sûriyeyê di van salên şoreşê de bi awayekî pratîk hate meşandin.

Lê belê berdewama girtina Ocalan di zîndana Îmralî de û tecrîda hikûmeta Tirkiyeyê li ser wî hişt ku xemgîniya gelên herêmê zêde bike, nemaze welatiyên navçeya Girkê Legê ku diyar dikin ku tecrîda li ser Ocalan nikare girêdana gel bi fikr û nêrînên Ocalan bi dawî bike.

Welatiyê bi navê Newaf Îbrahîm girêdayî mijarê behsa destpêka derketina Ocalan û Tevgera Azadiyê kir û çawa Ocalan karibû hêviya gelê Kurd û gelên blindest ji nû ve vejîne.

Îbrahîm got ku fikrên Ocalan li seranserî cîhanê belav bûne û girtina wî di zîndanê de girêdana gelan bi felsefeya wî re bi dawî nake û wiha got: "Em ê têkoşîna xwe li ser xeta Ocalan berdewam bikin û em ê ji zîndanê rizgar bikin."

Îbrahîm tecrîda li ser Rêber Ocalan bi tundî şermezar kir û bang li aliyên navnetewî kir ku tecrîda li ser wî bi dawî bikin û zextê li hikûmeta Tirkiyeyê bikin da ku malbat û parêzerên Ocalan karibin serdana wî bikin.

Tirkiye ji fikrên Ocalan ditirse

Komploya navnetewî ku di encamê de Rêber Ocalan hate girtin hêjî detayên wê di mijiyê hemû civaka kurdî de ne. welatî dibînin ku heman dewletên beşdarî komployê bûne niha dijberiya mafê gelê Kurd dikin.

Welatiyê Girkê Legê Mihemed Emîn got ku hemû hemû dewletên beşdarî komploya li dijî Ocalan bûne hêjî li rex dewleta Tirk li dijî mafên gelê Kurd radiwestin û heman dewletên li hemberî destdirêjiyên Tirkiyeyê bêdeng in.

Emîn da zanîn ku dewleta Tirkiyeyê ji fikrên Ocalan ditirse û ev sedema sereke ya komployê ye û sedema sereke ya bêdengiya van dewletan li hemberî destdirêjiyên Tirkiyeyê ye. Her wiha destnîşan kir ku têkoşîna ji bo azadiya Ocalan ne tenê ji gelê Kurd tê xwestin lê belê divê hemû gelên herêmê banga azadiya Ocalan bikin.

Armancgirtina Ocalan armancgirtina rêgeza demokrasî û têkoşîna gelan e

Welatiyê bi navê Xelîl Tehlo tecrîda li ser Rêber Ocalan bi êrîşên Tirkiyeyê yên li dijî gelê Kurd li Rojava û Başûrê Kurdistanê ve girê da û wiha got: "Tirkiye bi hemû hêz û derfetên xwe hewl dide çand û nasnameya Kurdî tune bike. Ji ber vê yekê Erdogan û partiya wî AKP'ê Ocalan armanc digirin."

Her wiha destnîşan kir ku Ocalan niha rêbertiya têkoşîna li dijî modernîteya kapîtalîst dike û aloziya niha li herêmê tê meşandin şerê di navbera rêgeza demokrastî ya têkoşîna gelan û modernîteya kapîtalîst a li dijî gelan de ye.

ANHA