Li Başûr jinek hate qetilkirin

Li ser rêya Bêstane ya sînorê parêzgeha Hewlêr cenazeyê jinek ku hatî kuştin, hate dîtin. Polîsê Hewlêr jî dibêje nasnameya wê jinê nediyare.

Li Başûr jinek hate qetilkirin
18 gulan, 2018   06:05

NAVENDA NÛÇEYAN

Ajansa Nûçeyan Roj News diyar kir ku li ser rêya Bêstane ya dikeve sînorê parêzgeha Hewlêr cenazeyê jinek bi guleyê hatiye kuştin, hate dîtin.

Der barê bûyerê de berdevkê polîsê Hewlêr Hogir Ezîz Ajansa RojNewsre axivî û diyar kir ku duh di sateen êvarê de li ser rêya di navbera Hewlêr û Bêstane de cenazeyê jinek bi guleyê hatiye kuştin hate dîtin.

Hogir Ezîz her wiha da zanîn ku temenê jina hatiye kuştin di navbera 20 û 25 salî de ye û lêkolîna li ser bûyerê didome.

Cenazeyê jinê birin morga nexweşxaneya Hewlêr lê heya niha nasnameya wê ne hatiye zanîn. lêkolîn didome.