Toreya înternetê gihîşt kampa Serdemê

Rêveberiya kampa Serdemê toreya înternetê gihand kampê û amadekariya vekirina parkekê dike.  

Toreya înternetê gihîşt kampa Serdemê
Toreya înternetê gihîşt kampa Serdemê
Toreya înternetê gihîşt kampa Serdemê
Toreya înternetê gihîşt kampa Serdemê
Toreya înternetê gihîşt kampa Serdemê
Toreya înternetê gihîşt kampa Serdemê
14 gulan, 2018   14:34

HENAN MIHEMED/ŞEHBA

Rêveberiya kampa Serdemê ya Kantona Şehbayê xizmeta gelê Efrînê yên ku ji ber êrîşên dagirkeriya Tirk neçar man ku warên xwe terk bikin û li kampê bi cih bibin, dike.

Rêveberiya kampê toreya înternetê gihand kampê û amadekariya vekirina parkeke zarokan dike. Ji bo  vekirina parkê 800 m2 erd hat veqetandin û tê payîn ku dê kulîlk û dar lê bêne çandin. Her wiha dê lîstokên zarokan jî lê bêne bicihkirin.

Endamê Rêveberiya kampê Mihemed Heyder da zanîn ku armanca wan ji gihandina înternetê ew e ku gel bi civaka derve re têkildar bibe. Her wiha diyar kir ku dixwazin parkê vekin da gel bihna xwe lê vedin û zarok lê bilîzin.

Heyder destnîşan kir ku di demeke nêz de jî rawestgehekê li kampê vekin. 

(mm)

ANHA