Şaredariya Gel a bajaroka Hedadiye hate vekirin

Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê li bajaroka Hedadiye ya girêdayî navçeya El-Erîşa ya Kantona Hesekê bi armanca xizmeta şêniyan, Şaredariya Gel vekir.

Şaredariya Gel a bajaroka Hedadiye hate vekirin
Şaredariya Gel a bajaroka Hedadiye hate vekirin
14 gulan, 2018   14:42

HESEKÊ

Di çarçoveya kar û xebatên Desteya Şaredariyan a Kantona Cizîrê de, Şaredariya Gel li bajaroka Hedadiye hate vekirin.

Saziyên sivîl ên navçeya El-Erîşa, Şedadê, Meclîsa Êlan û bi dehan şêniyên bajaroka El-Hedadiyebeşdrî merasîma vekirina şaredariyê bûn.

Merasîm bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclîsa Kantona Hesekê, Desteya Şaredariyan, Kongreya Star û Hevserokatiya Meclîsa bajaroka Hedadiye axaftin hatin kirin.  

Di axaftinan de vekirina şaredariyê li hemû şêniyên bajaroka Hedadiye hate pîrozkirin. Her wiha hate destnîşankirin ku vekirina şaredariyê di nava vê rewşa hestyar de serkeftineke.

Di berdewama axaftinan de hate destnîşankirin ku armanca şaredariyê xizmeta şêniyane. Di dawiyê de bang li xebatkarên şaredariyê hate kirin ku bi erka xwe rabin û xizmeta gelê xwe bikin.

Paşê dariyê şaredariyê ji aliyê hevjîna şehîd Gabar Cûdî ve hate vekirin.

Şehîd Gabar Cûdî di Pêngava Bagera Cizîrê de şehîd bûye.

(bx)

ANHA