Li Dirbêsiyê firna Gulan hate vekirin

Komîteya Aborî ya Jinê li gundê Sefer ê navçeya Dirbêsiyê ya herêma Hesekê firna "Gulan" bi merasîmekê vekir.

Li Dirbêsiyê firna Gulan hate vekirin
Li Dirbêsiyê firna Gulan hate vekirin
Li Dirbêsiyê firna Gulan hate vekirin
Li Dirbêsiyê firna Gulan hate vekirin
14 gulan, 2018   13:00

HESEKÊ

Komîteya Aborî ya Jinê bi armanca pêşxistina aboriya jinê û xizmeta civakê li gundê Sefer ê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Qamişlo firna "Gulan" bi merasîmekê vekir. Gundê Sefer dikeve bakurê navçeyê Dirbêsiyê.

Merasîma vekirina firnê bi tevlîbûna bi deha jinên navçeyê hate lidarxistin. Meraîm bi rêzgirtin hate destpêkirin. Paşê yek ji rêveberên Komîteya Aboriya Jinê ya kantona Cizîrê Horiya Şemdîn, bi navê Komîteya Aborî ya Jinê ya navçeya Dirbêsiyê Gulê Umer axaftin hatin kirin.

Di axaftinan de vekirina firnê li hemû şêniyhên herêmê hate pîrozkirin.

Her wiha hate destnîşankirin ku vekirina firnê pêngaveke ber bi avakirina aboriya jinê û rêxistina kar û xebatên wê ve ye.

Ji aliyekî din ve hate tekezkirin ku armanca fikr û felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew e ku mafê jinê were bidest xistin, xwe di nava hemû aliyên jiyanê de bi rêxistin bike, xwe bi xwe bi rêve bibe û pirojeyên xwe yên taybet ava bike.

Paşê deriyê firnê ji aliyê dayîkên şehîdan ve hate vekirin.

Di dawiyê de xelekên dîlanan hatin gerandin.

Merasîma vekirina firnê bi dirûşe û tilîliyên dayîkan bidawî bû.

(bx)

ANHA