Bazirganiya pez yek ji karên herî kevin ên Tebqayê ye

Bazirganiya pez yek ji kevintrîn bazirganiyên herêma Tebqayê ye. Ji ber gelê herêmê debara xwe bi çandinî û xwedîkirina sewlan dike.

Bazirganiya pez yek ji karên herî kevin ên Tebqayê ye
Bazirganiya pez yek ji karên herî kevin ên Tebqayê ye
Bazirganiya pez yek ji karên herî kevin ên Tebqayê ye
14 gulan, 2018   08:38

MIHMEMED EL-EREB / TEBQA

Bazirganiya pez ji beriya sedê salan  li herêmê pêk tê. Sûka pez jî yek ji girîngtrîn sûkên herêmê ne. ji ber gelê herêmê debara xwe ya jiyanî li ser çandiniyê û sewaldariyê dike.

Di rewşên herî kêm de yê ku pez xwedî dike diçe sûkê, da ku pezên xwe bifroş in. Di sûkê de kesî di navbera sewldaran de navbênkariyê di navbera bazargan û xwediyên sewalan de dike "Delal e". Delal ew kesê xwedî tecurbeye û ji cûreyên pez fam dike.

Sûka herî mezin li Tebqayê dikeve aliyê başûr – rojhilatî bajar. Bi navê magef (Sûka pez) tê naskirin. Roja înê kesê ku pez xwedî dikin li wê sûkê kom dibin. Di sûkê de jî beşê firotina xwarina pez heye.

Sûka mezin a duyemîn li bajaroka El-Mensûra ye. Roja şemiyê hemû bazirganên pez li wê derê kom dibin. Sûk dikeve başûr – rojhilatî bajarê Tebqayê. Her wiha sûka El-Cirniyê ya ku dikeve bakur – rojavayî bajarê Tebqayê û roja yekşemê hemû bazirgan lê kom dibin.

Xwediyê pez di saetên sibê de berê xwe didin sûka pez û bi hêviyê ku kar xwe li wê derê zû xilas bike. Ji ber vê yekê alîkairya delalê pez dixwaz in. Di hindek deman de hakim bi karê wesîle di navbera xwediyên pez dike dike û pirsgirêkên di navbera wan de çarser dike.

Berovajî hakim "Delal" her ku serê pezekî difroşe peran ji kesê ku dikire, digre.

Li gorî rêûresmên firotinê kesê ku difoşe û kesê ku dikire bi destên hevdû digrin heta ku bighêjin buhaya ku ew dixwazin û heger destê xwe ji hev vekin ew buhaye dimîne û li gorî wê kirîn û firotin tê kirin.

Di demên berê de firtin li gorî nerîn û destdayînê dihat kirin. lê niha li gorî kîloyan tê kirin.

Di bazirganiya pez de du şirîketî hene,  ji wan şirîketiya bi feydeye ye. Ev şirîktî ya herî zêde tê kirin.

Ya duyemîn jî şirîkatiye El-Ezim e (Hestî). Di vê de yek ji bazirganiyên bajar çend serî pez dikire û dide kesekî ku pez xwedî dike da ku wan xwedî bike. Faydeyên xwedîkirinê mîna (berx, şîr û hirî) wekî hev tê parvekirin.

Li herêma Tebqayê kesên ku pez xwedî dikin pezên xwe di riya sembolên taybet nas dikin. Ew sembol bi navê "Muhrê" tê naskirin. Her wiha şekil û rengê muhrê ji kesekî heta kesekî din tê guhertin.

(bx)

ANHA