Di nava şoreşê de dengê dirbeka Celalê Derbekjen

Celalê Derbikjen, bi dengê dirbeka xwe ji berxwedana Şoreşa Rojava heya berxwedana Nisêbînê, ji berxwedana Nisêbînê heta Berxwedana Serdemê ji gelê Qamişlo re bû moral, bû reng û dengek ê berxwedanê. Celalê Derbikjen diyar kir ku  ew ji bo serkeftina şoreşa gelê xwe dirbekê lêdixe.

Di nava şoreşê de dengê dirbeka Celalê Derbekjen
14 gulan, 2018   08:35

BÊRÎTAN MEDÛSA / QAMIŞLO

 ‘Celal Letîf ê 35 salî ji 27 salan ve li derbikê dide û di nava gelê Herêma Cizîrê de bi navê ‘Celalê Derbikjen’ tê naskirin. Ji kal û pîran, heta zarokên herêmê Celal bi vî navî nas dikin. Her meşek, şahiyek an jî şînek bê dengê dirbeka Celal derbas nabe. Di heman demê de destên Celal ên ji lêxistina derbikê xwîn dibin û diqelişin jî dest ji dirbekê bernadin. Celal di serme yan jî germayê de bê ku bisekine, ji bo moralê gel dirbekê lêdixe.

 ‘Min destpêkê li misînînên avê dixist’

Celal dibêje ku ew di 8 saliya xwe de aşiqê dirbekê bûye û wiha tîne bîra xwe, “Ez 8 salî bûm, bavê min di dawetan de li tembûr dixist. Dema ez pêre diçûm, hertim kesên li dirbekê dixistin bala min dikişandin. Min jî dixwest li dirbekê bixim. Ez jî dihatim malê min li ser misînên avê, meze û heta carnan li ser singa xwe, xwe fêrî dirbekê dikir. Bê ku kesek nîşanî min bike, min xwe fêrî lêxistina dirbekê kir. Dema carnan ez diçûm dawetan min dirbek ji dirbekjenan distan û min jî lêdixist. Wan jî digot tu baş lêdixî.” Malbata Celal ji demê bapîrên xwe ve, debara xwe bi lêxistina tembûrê dikir, Celal jî ev mîras bi derbika xwe berdewam dike. Heman demê de Celal kesên ku dixwazin fêr bibin fêrî derbikê dike û heta niha 5 kes fêrî derbikê.  

 ‘Ji ber lêxistina dirbekê xwîn ji destên min tên’

Celal di 15 saliya xwe de ji xwe re dirbekek dar dikire, wê demê dirbek ji dar û çermê lawiran dihatin çêkirin. Celal dibêje ku wî pir xurt li dirbekê dixist û hertim dirbeka wî dişikest. Piştî ku Celal ji xwe re dirbika hesin dikire, ji şikestina dirbekan rizgar dibe, lê vê carê jî destên wî xwîn dibin û  diqelişin. Celal guh nedida êşa destê û lêxistina dirbekê bi xurtî berdewam dikir. Celal ji  beriya Şoreşa Rojava ji bo debara malbata xwe diçû dawetan, piştî ku şoreşê destpê dike, hertim di qadên berxwedanê de dengê dirbeka Celal dihat bihîstin.

‘Hûn min bikûjin jî ez dirbeka xwe nadim we’

Celal wiha qala tevlîbûna destpêkirina berxwedana Şoreşê dike, “Ji bo ku ez gel kom bikim, min hertim li dirbekê dixist û moralê gel bilind dikir. Carekî li Enteriyê meşek me hebû, piştî meşê destpê kir rejîmê bi fîşekan êrîşî me kir. Leşkeran gotin ‘dirbeka xwe bide me’, min jî ji wan re got hûn  min bikujin jî ez dirbeka xwe nadim we.”

‘Ji berxwedana Nisêbînê heta Berxwedana Serdemê dengê dirbeka Celal’

Celal di berxwedana Bakûrê Kurdistan a di salên 2015-2016’an de jî bi dengê dirbeka xwe berxwedan silav  dikir. Dengê dirbeka Celal li ser sînorê Qamişlo-Nisêbînê tevlî dengê tang û topên dewleta Tirk a dagirker dibû. Celal bê navber li ser sînor bi dirbeka xwe piştgirî dida  berxwedana gelê Nisêbînê. Ji berxwedana destpêkirina Şoreşa Rojava, heta  berxwedana Nisêbînê, ji berxwedana Nisêbînê heya Berxwedana Serdemê dengê dirbeka Celal bilind dibû. Dema gelê Herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina dagirkirina dewleta Tirk a li ser Efrînê û piştgiriya Berxwedana Serdemê berê xwe didan Efrînê, dîsa denge dirbeka Celal bilind dibû.

Celal anî ziman ku ew ji bo moralê gel xweş bike, gel rake ser piyan û germbûna gel gûh nade xwînbûna destê xwe û li dirbeka xwe dide. Celal diyar kir ku ew ji bo serkeftina Şoreşa gelê xwe li dirbekê dide.

 ‘Dirbeka min nirx dide min, ez jî nirx didim wê’

Celal herî dawî girêdana xwe ya bi dirbeka xwe re wiha anî ziman, “Heta ez hebim ez ê dest ji dirbeka xwe berndim. Eger rojekê jiyana xwe ji dest bidim jî bila wê bi min re veşêrin. Ji ber ku min nirx daye dirbeka xwe, dirbeka min jî di nava civakê de nirx daye min.”

(bb)

ANHA