Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Îraqê: El-Sedir li pêş e

Komseriya Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Îraqê got ku Oldarê tê naskirin Muqteda El-Sedir di hilbijartinên perlemantoyê de piştî hejmartina zêdeyî nîvê dengan, li pêş e.

Komseriya Bilind a Hilbijartinan a Îraqê: El-Sedir li pêş e
14 gulan, 2018   08:53

NAVENDA NÛÇEYAN

Hilbijartinên Îraqê duh hatin lidarxistin. Komseriya Bilind a Hilbijartin ê, piştî ku zêdeyî 95 ji sedî yê dengan li 10 parêzgehên ji eslê 18 jimartin. Got ku Hevgirtina Sairûn  ku Oldarê Şîa Muqteda El-Sedir û Partiya Kumunist digre nava xwe li pêş e û destnîşan ku hevgirtina El-Fetih a ji komên Şîîa pêk tê û Hadî El-Amirî yê piştgiriya xwe ji Îranê digire jî di rêza duyemîn de ye.

Li gorî Rutersê lîsteya Serokwezîrê Îraqê Heyder Ebadî jî di rêza sêyemîn de ye. Beriya niha jî çavkaniyên Komseriya Bilind a Hilbijartinan diyar kirin ku Ebadî di yekem hilbijartinên piştî têkçûna DAIŞ'ê têne lidarxistin, li pêş e.

Komseriyê her wiha da zanîn ku rêjeya çûyîna ser sindoqoan 44,52 ji sedî bû. Ji sedî 92 yî dengan hatiye hejmartin. Rêjeya van hilbijartinan ji hilbijartiyên beriya niha bi gelekî zêdetir bû.

Komseriyê heta niha hejmare kursiyên ku her komeke hilbijatinan bi dest xistine, eşkere ne kiriye û got ku dê roja duşmeê piştî encamên parêzgehên din jî werin diyarkkirin, eşkerebikin. Hevkarê DYA û Îranê Ebadî li 6 parêzgehan di rêza 3'yan de ye. Lê li Bexdayê jî di rêza 5'an de ye.

Li gorî encaman Serokwezîrê berê Nûrî El-Malikî ku bi Ebadî re di nava pêşbirkê de bû, gelekî paş de vegeriya.

(dc)